Hikûmeta Sûriyeyê û 'mûxalefet' ji bo Astanayê hatin vexwendin

Hikûmeta Sûriyeyê û komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê ku xwe weke 'mûxalefetê' bi nav dikin, careke din ji bo bajarê Atana yê Kazakîstanê hatin vexwendin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê, danûstandin wê di 15 û 16'ê Sibatê de werin lidarxistin. Hevdîtin wê di bin sîwana Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bên kirin û 'hikûmeta Sûriyeyê', 'mûxalefeta çekdar a Sûriyeyê' û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra hatin vexwendin.

Li gorî wezaretê, heyetek ji Urdunê jî wê beşdarî hevdîtinan bibe. Hat gotin, delegasyonek Amerîkî jî wê weke çavdêr li hevdîtinê amade be. Hat ragihandin, rojeva van hevdîtinan jî bicihanîna agirbestê û girtina tedbîran ji bo 'aramkirina rewşa li hin herêman' heye.

Hevdîtinên li Kazakîstanê di meha bihurî de dest pê kiribûn. Di tûra yekemîn de delegasyona hikûmeta Sûriyeyê û komên ser bi Tirkiyeyê tevlî bûbûn. Piraniya van koman, tevî DAIŞ û El Nûsrayê sûcên şer kirine.

Hevdîtinên Astanayê, piştî ku komên çekdar li Helebê têk çûn, pêk hatibû. Komên çekdar ên ku weke 'mûxalefetê' tên pêşkêşkirin, ji her demê bêhtir belawela û qels in.

Lê hevdîtinên Astanayê di prensîbê de ji bo afirandina zemînekê ji hevdîtinên li Cenevreyê tê kirin. Li gorî planê, hevdîtinên li Cenevreyê yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê lidarxistin, wê di 20'ê Çileyê de dest pê bikin.