Hêzên rejima Îranê kurdek kuştin û 2 jî birîndar kirin

Hêzên rejima Îranê kurdek kuştin û 2 jî birîndar kirin

Li Herêma Gewirkayetî ya girêdayî bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejima Îranê ya Îslamî welatiyekî Kurd kuşt û 2 jî birîndarbûn.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia di 23’ê Gulanê de hêzên întizamiyên rejima Îslamî ya Îranê ji bo dest danin ser kelûpelên kasibkaran êrîşî ser gundiyên Kawlana jêrîn ya ser bi devera Gewrîkayetî ya bajarê Mehabadê dikin û di encamê de pevçûn rû dide. Hate ragihandin ku, di encama vê pevçûnê de welatiyê Kurd yê binavê Silêman Afir Direydun (42) hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek kes jî hatin binçavkirin.