Hezar û 600 kesên ku li zîndana Amedê îşkence dîtin serî li DDB’ê didin
Hezar û 600 kesên ku li zîndana Amedê îşkence dîtin serî li DDB’ê didin
Hezar û 600 kesên ku li zîndana Amedê îşkence dîtin serî li DDB’ê didin
Nêzî hezar 600 kesên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de di dema darbeya 12’ê Îlona 1980’î de îşkence dîtibûn, ji bo ku berpirsên darbeyê bên darizandin ku serlêdana sûc kirin, destpêkê biryara bêşopandinê hat dayîn. Piştre ji bo îtîraza biryarê dîsa serlêdan kirin, lê dîsa hat redkirin. Mexdûrên darbeyê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bidin.
Mexdûrên darbeyê diyar kirin ku eger ji DDB’ê jî encamekê negirin wê serî li DMME’yê bidin. Serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan der barê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ji bo bi komî serî li DDB’ê bidin xebatê dimeşînin, hejmar hezar û 600 derbas kiriye û wê bigihêje 3 hezarî. Alkan da zanîn ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê nedane û dozên ku vekirine nîşan da û got wê rasterast serî li DDB’ê bidin, encama ku dixwazin bigirin, bidest nexin jî wê têkoşîna xwe bidomînin.
Alkan got ku di rojên pêş de wê kampanyayekê bidin destpêkirin û di serî de jî kesên li girtîgeha Amedê îşkenceyên giran dîtine, wê xwe bigihînin hemû mexdûrên darbeyê yên girtîgehên Tirkiyeyê yê şahidê darbeyê û wiha berdewam kir: “Heta rêyên hiqûqî yên hundir biqedin wê têkoşîna me berdewam bike. Hejmara me gihiştiye hezaran, wê bigihêje deh hezaran. Ger encama em dixwazin neyê bidestxistin em ê dozê bibin DMME’ê. Em êdî rêxistinkirî ne û heta hesab ji darbekaran neyê pirsîn xebatên me wê bidomin.”
BILA GIRTÎGEH BIBE MUZE
Alkan diyar kir der barê ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê veguhere muzeyê de ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxwaz kir ku girtîgeh dewrî wan bêkirin û têkildarî vê de serî li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî dane û wiha got: “Me berê bi şaredariyê re serî li Wezareta Dadê, Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Parastinê da. Lê me bersiva erênî negirt. Me komîsyoneke ku ji şaredarî û saziyên civaka sivîl pêk tê ava kir. Komîsyona me her çû mezin bû û ji bo girtîgeh bibe muze wê xebatên xwe bimeşîne. Em di vê mijarê de ji hemû saziyên civaka sivîl û welatiyan piştgiriyê dixwazin. Em ji hemû parlamenterên her partiyê piştgiriyê dixwazin. Ev ji bo pêvajoyê jî gelek girîng e.”