Heyeta KCD û HDK'ê li Şirnexê ye
Heyeta KCD û HDK'ê li Şirnexê ye
Heyeta KCD û HDK'ê li Şirnexê ye
Heyeta KCD û HDK'ê, ji bo rojekê li konê "Rizgariya Demokratîk û Çareseriyê" nobedê bigire, çû bajarokê Gundikê Mele yê Şirnexê. Heyeta KCD û HDK'ê destnîşan kir, ku ewê hêza bingehîn a serketina pêvajoyê bin.
Jinên bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê konên "Rizgariya Demokratîk û Çareserî" vedane, ji bo vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê bi selametî pêk were, liv û tevgera hêzên artêşa Tirk ji nêz ve dişopînin. Jinên ku îro danê nîvro ji Amedê bi rê ketin, gihaştin bajarokê Gundikê Mele yê Şirenxê. Heyet li vê derê ji aliyê Dayikên AştiYê ve hat pêşwazîkirin û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê Zuhre Taş axivî û diyar kir, ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de kiribû, ji KCK, PKK, Jin, Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Komên baweriyan û derdorên hestiyar ên navnetewî piştgirî dîtiye. Taş ragihand ku di ser bangê 2 meh derbas bûne û di nava van mehan de li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyê atmosfereke erênî rû daye. Taş diyar kir ku ew nêzîkatiya dewleta Tirk a li pêvajoyê ji dil nabînin û destnîşan kir, ku çêkirina qereqol û bendavan, liv û tevgera leşkerî û hebû pergala cerdevaniyê, li pêşiya pêvajoya aştiyê astengî ne. Taş bûyerên di vekişîna sala 1999'an de bibîr xist û anî ziman, ku ew ji bo rê nedin kêmasiyên hingî derketibûn, ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Taş her weha destnîşan kir, ku ew xwedî li "Meşa Çareseriya Demokratîk" a gerîla derkevin.
Li ser navê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)'ê Zelah Bîlgîn jî got, "Eger di qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de dewlet guhertinên qanûnî û destûra bingehîn pêk bîne, mafê perwerdeya zimanê dayikê bide, çêkirina qereqolan û pergala cerdevaniyê ji holê rake, hingî wê ji dilbûyîna xwe ya li pêşberî pêvajoyê nîşan bide." Bîlgîn da xuyakirin, ku divê komkujiya Roboskî jî bê ronîkirin û got, "Pêwîste hukûmet ziman û helwesta xwe biguherîne, xwe tevlî pêvajoyê bike."
Li dû daxuyaniyê, jinan li pêşiya konê nobedê, govend gerandin. Heyet wê ji vê derê biçe Roboskî û bi malbatên mexdûr re rûnê.