Heyeta HDP'ê dawiya hefteyê wê biçe Îmraliyê
Heyeta HDP'ê dawiya hefteyê wê biçe Îmraliyê
Heyeta HDP'ê dawiya hefteyê wê biçe Îmraliyê
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ku duh ji bo hevdîtina bi rayedarên KCK'ê, çû Qendîlê, vegeriya Enqereyê. Hat diyarkirin ku wê heyet di dawiya hefteyê de biçe Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bine.
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îmraliyê ku ji Serkwekîlên HDP'ê Pervîn Buldan, Îdrîs Balûken, Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle pêk tê, dê di dawiya hefteyê de biçe Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan re hevdîtinê pêk bine. Heyeta HDP'ê ya Îmaraliyê di 29'ê Mijdarê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, piştî nirxandina "Pêşnivîsa Çareseriya Demokratîk û Muzakereyê" bi hikûmet û endamên desteya çareseriyê re, ji bo bi rayedarên KCK'ê re helwesta hikûmetê binirxîne çû Qendîlê û îro danê sibê hevdîtinek kir. Li dû hevdîtinê, heyet îro vegeriya Enqereyê. Tê payîn ku heyet dawiya hefteyê biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bine.
Hate zanîn ku di nava heyeta biçe Îmraliyê de aktivîsta DOKH'ê Ceylan Bagriyanik ji cih bigre. Li gorî dihat zanîn wê di 29'ê Mijdarê de jî biçûya Îmraliyê, lê ji ber guhertinek hemwext hate betalkirin. Bagriyanik wê cara yekê tevlî heyetê bibe û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bine.