Heyata BDP'ê xwe amade dike biçe Îmraliyê
Heyata BDP'ê xwe amade dike biçe Îmraliyê
Heyata BDP'ê xwe amade dike biçe Îmraliyê
Heyeta BDP'ê ku herî dawî di 14'ê Nîsanê de çû Îmraliyê, xwe amade dike ji bo serdana cara şeşemîn, vê heftê serî li Wezareta Edaletê bide. Yek ji encamên heyetê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Parlamentera Îdirê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku ji hevdîtina dawî û vir ve di nava mehekê de gelek bûyerên girîng qewimîne û ew li bendê ne careke din biçin Îmraliyê.
Heyeta BDP'ê ya ji Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder xwe amade dike, ji bo cara şeşemîn biçin girava Îmraliyê gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bûldan da xuyakirin ku ji bo pêkanîna hevdîtinê ew xwe amade dikin serî Wezareta Edaletê bidin û bibîr xist ku ji hevdîtina dawî û vir ve di nava mehekê de gelek bûyerên girîng qewimîne. Bûldan got, "Em hêvî dikin ku emê biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re li ser pêvajoya aştî û demokrasiyê, gavên hatine avêtin û nexşeya rê ya ji niha û pê ve hevdîtinê bikin. Weke ku tê zanîn, gerîlayên PKK'ê ji 8'ê Gulanê û vir ve dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê kirine. Vekişîn dewam dike. Em dixwazin hem di vê mijarê de nêrînên birêz Ocalan bigirin, hem jî li ser pêvajoya dema pêş dîtinên wî werbigirin." Bûldan ragihand, ku daxwaza serdanê wê di demeke kin de li Wezareta Edaletê bê kirin û diyar bibe ka kengî hevdîtinê bê kirin.