Hewldana Karsazên Demokratîk çû serdana Îpek

Hewldana Karsazên Demokratîk çû serdana Îpek

Endamên Hewldana Karsazên Demokratîk ku bi “Lîsteya Şîn” dikevin hilbijartina Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek ziyart kir. 

Cîgira Şaredar Hafîze Îpek, endamên Hewldana Karsazên Demokratîk, li Şaredariya Bajarê Mezin li gel endamên civata şaredariyê Eşref Guler û Metîn Kilavuz pêşwazî kir. Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Avayî ya Karsazên Amedê (DÎYAD) Celalettin Bîrtane, da zanîn ku ew ê bi ‘Lîsteya Şîn’ bikevin hilbijartina Odeya Pîşesaz û Bazirganên Amedê û got ku her koma pîşeyî ji 16 grûbên pîşeyî pêk tê û diyar kir ku mebesta wan ew e ku mecliseke xurt damezrînin. Bîrtane aşkere kir ku komên bi wan re di warê xwe de pir serkeftî ne û weha axivî, “Xebatên me li ser hemû grûbên pîşeyî hene, her grûbê xebata wî derbarê grûba wî de heye û komîsyoneke giştî heye ku van tevan bi rêk dixe.” 

Bîrtane, destnîşan kir ligel KCDê şaredarî, partî û karsazên wan piştgiriya Hewldana Kardeyên Demokratîk dike û weha got: “Em gelekî li ser vê hilbijartinê disekinin û cidî digirin. Ji ber vê jî divê Lîsteya Şîn a me bête serê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê.” Bîrtane bal kişand ku sermaye bi salan e li Ewropayê maye, ev 10 sal in berê xwe daye Tirkiyeyê û wiha domand, “Bi pêvajoya aştiyê re baskê herî ewle yên bazirganiya Rojhilata Navîn û Qafqazê Amed e. Di nav Tirkiyeyê de pêwîstî bi bask û stûneke duyemîn heye. Ji ber vê jî Amed dikare bi vî barî rabe û ji bo vê bibe navendeke baş.” 

Cîgira Şaredar Hafîze Îpekê jî bal kişand ser hilbijartina mijara gotinê û weha got, “Ji bo di Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de demokrasî bi ser bikeve wek rêveberiyên herêmî tişta dikeve ser milê me em ê xwe lê rakêşin.” Îpek, bal kişand ku têkiliya vê rasterast bi aborî û xizaniyê re heye û da zanîn ku Odeya han yek ji dînamîkên xurt ên bajêr e û weha got, “A qenc ew e ku Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê bikeve ber xizmeta rêveberiyeke demokratîk, ji bo vê jî em piştgiriya ‘Lîsteya Şîn’ dikin.” Her weha Îpekê spasî li her kesê keda xwe daye vî karî kir.