Hevserokê Giştî KCD Ehmed Turk diçe DYA
Hevserokê Giştî KCD Ehmed Turk diçe DYA
Hevserokê Giştî KCD Ehmed Turk diçe DYA
Hevserokê KCD û Parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk ji bo vegotina pêvajoya çareseriyê ya ji bo pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane bê çareserkirin hatiye destpkirin diçe DYA’yê. Li gel Ehmed Turk, Alîkarê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Nazmî Gur jî diçe. Dê li DYA’yê têkildarî pêvajoya çareseriyê li gel derdorên hikumetê, senator, nûnerên saziyên sivîl û rojnamevanan re hevdîtinan pêkbîne.
Di derbarê serdanê de Alîkarê Hevserokê BDP’ê Nazmî Gur agahî dan û anî ziman ku, serlêdan dê îro destpê bikin heya 24’ê Gulanê bidawî bibin, her wiha piranî hevdîtin dê li Washingtonê pêkbên. Nazmî Gur wiha got:
“Em dê li gel derdorên hikumet, senator, nûnerên saziyên sivîl, rojnamevan hevdîtinan pêkbînin. Dê di derbarê pêvajoya çareseriya hatî destpêkirin de dîtin werin parvekirin. Ev serdan her sal ji aliyê BDP û hevserokên KCD ve têne kirin. lê belê hevserokên din ji ber kar zêdeye, em tenê bi birêz Ehmet re diçin.”
Li ser pirsa dê di çarçoveya hevdîtinan de hevdîtinê li gel Fetulah Gulen bikin yan na jî Nazmî Gur got, “Hevdîtinekî hatî plansaz kirin tuneye. Eger tiştek wisan bê rojevê dê bê nirxandin.”