‘Heta Ocalan azad nebe aştiya rast pêk nayê’

‘Heta Ocalan azad nebe aştiya rast pêk nayê’

Civînên gel ên têkildarî pêvajoyê li Mêrdîn û navçeya Qoserê berdewam dikin. Welatiyên di civînê de axivîn diyarkirin ku, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: "Azadiya Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîne."

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê û KCD'ê li taxê Bahçelîevler civîna gel li dar xist. Salona civînê bi alên KCK, PYD û BDP'ê û pankrata "Rizgariya demokratik û avakirina jiyana azad" hate xemildanin. Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Karataş, Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozel, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, MEYADER, MADAY-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê, Navenda Jinan a Nuda û bi hezaran welatî tevlî civînê bûn.

Di civînê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire", "Bijî berxwedana zindana" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrkirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozel axivî û bal kişand ser pêvajoyê û vekişandina gêrîlayên HPG'ê û wiha got: "Bila tu kes nebêje çiyayên gêrîlayan berdan dê vala bimîne. Gelê me dê bi siyaseta li deştan dikin dê xwedî li çiyayan derbikeve. Girtiyên siyasî ji aliyê dewletê ve dîl tên girtin. Divê dewlet demildest gava bavêje û girtiyan serbest berbide." Piştî axaftinan welatiyan têkildarî pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Zerga Ata di civînê de axivî û wiha got: "Ez Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gerîla silav dikim. Riya hemûyan vekirî be. Hêvî dikim ku dê pêvajo bigihije armanca xwe. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû serbest bên berdan." Yazî Ata jî diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha got: "Heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Êdî em naxwazin xwîna ciwanên me bê rêjandin. Em heta dawiyê li cem Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan in. Heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe aştiya rast pêk nayê." Di civînê de welatiyên axivîn de daxwaza hevpar, "Azadiya Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîne."

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî li taxa Îstasyonê ya Mêrdînê bi esnafan re civîn li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Urkut, rêveberên BDP'ê û gelek esnaf tevlî civînê bûn. Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Urkut diyar kir ku, têkildarî pêvajoyê de li gund, bajarok, navçe û navenda Mêrdînê civînên gel li dar xistin û wiha got: "Em dibînin ku gelê me bi Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Gel baweriyê bi Birêz Ocalan tîne."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.