Hêro Talabanî jî ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Hêro Talabanî jî ji bo azadiya Ocalan îmze avêt

Li Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Hevjîna Serok Komarê Iraqê û Serokê YNK’ê Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed û endamên polîtburoya Komala Îslamî jî tevlî kampanya îmzeyan bûn.

Kampanya îmzeyan ya li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, her roja ku diçe mezintir dibe. Hevjîna Serok Komarê Iraqê  û Serokê YNK’ê Celal Talabanî endama polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed jî beşdarî kampanya îmzeyan bû.

Ji rêveberên kampanyayê Ebdulwahab Ehmed jî di nav de heyeta 5 kesî, çûn serdana navenda giştî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê ku Hêro Îbrahim li wir bû. Hêro Îbrahîm heyet qebûl kir û got, ew hem weke partî û malbat jî dibêjin pêwîste Ocalan di demek kurt de were azad kirin. Hêro Îbrahîm anî ziman ku, ew ne tenê piştgiriya kampanyayê dikin, di heman demê de ew piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî pêş dikeve dikin. Hêro destnîşan kir ku, pêwîste hemû Kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Heyetê piştî serdana Hêro Îbrahîm çûn serdana navenda Giştî ya Komala Îslamî ya li Silêmaniyê. Endamên Komala Îslamî heyet qebûl kir û endamên polîtburoya Komala Îslamî Mihemed Hakim Cebar, Nazim Ebdulwehab, Yasîn Huseyn Mihemed, Enwer Ferîc, Farûq Elî Ehmed û Mehmûd Heme Salih ji ber ku tevlî kampanyayê bûne keyfxweşiya xwe anîn ziman û îmze avêtin.