Herêmên Zagrosê hatin topbaran kirin
Herêmên Zagrosê hatin topbaran kirin
Herêmên Zagrosê hatin topbaran kirin
Artêşa Tirk bi berdewam herêmên Parastina Medya yên di bin kontrola gêrîlayên HPG’ê de topbaran dike. Hate ragihandin ku, herêmên Zagrosê bi obîs û hawana hatin topbaran kirin. hate diyarkirin ku, gêrîlayên HPG’ê ‘di heman astê de’ bersiv dane êrîşa.
Artêşa Tirk li dijî herêmên Parastina Medya yên di bin kontrola HPG’ê de ku gêrîla vedikişinê êrîşan pêktîne û êrîş topbarankirinê didomin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) ragihand ku, artêşa Tik di 23’ê Gulanê de herêmên Zagrosê dane ber topên obîs û hawana. Hate ragihandin ku, ‘di heman astê’ de hêzên gêrîla jî bersiv daye êrîşên artêşa Tirk.
HPG-NÇR’ê destnîşan kir ku, “23’ê Gulanê navbera demjimêrên 17:00 û 18:00’an de artêşa Tirk ya dagirker girê Şehîd Rehîme yê girêdayî herêma Zagros ya ser bi Herêmên Parastina Medyayê daye ber topên obîs û hawana. Gêrîlayên me bi heman astê bersiv daye êrîşan.”
Artêşa Tirk 21’e Gulanê jî bi obîs û hawana êrîşî herêmên di bin kontrola HPG’ê de kiribû. Di êrîşê de herêmên Kanî Cenetê, gundê Şîfreza û Devê Masî, Marûka yên Zapê hatibûn hedef girtin.