Herêma Soran ji Ocalan re azadî xwest
Herêma Soran ji Ocalan re azadî xwest
Herêma Soran ji Ocalan re azadî xwest
Ji bo kampanya îmzeyan a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêma Kurdistana Federal destpê kir, doh li herêma Soran, Nûneriya Soran a Partiya Demokrat û Sosyalîst a Kurdistanê jî, îzme avêt. Serokê Partiyê yê Herêmê Enver Hesen Mele got, "Birêz Ocalan lîderekî Kurdan e. Ji ber vê jî divê azad bibe."
Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Gulanê de li Herêma Kurdistana Federal destpê kir, roj bi roj mezin dibe. Di nava mehekê de bi sedhezaran kesan mora xwe avêtin binê kampanyayê û herî dawî Nûneriya Soran a Partiya Demokrat û Sosyalîst a Kurdistanê jî beşdar bû. Serokê Herêma Soran a Partiyê Enver Hesen Mele li gel gelek xebatkarên partiyê mora xwe avêtin binê kampanyayê.
Enver Hesen Mele sedema tevlêbûna xwe ya li nava kampanyayê bi vî rengî anî ziman: "Tevahiya gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Ji ber vê yekê jî tevahiya gelê Kurd azadiya birêz Ocalan dixwaze. Ji ber ku ew lîderekî Kurd e, lewma divê serbest were berdan."
Enver Hasan li gelê Kurd jî ev bang kir; "Banga min ji tevahiya gelê Kurd ew e ku herkes beşdarî kampanya ji bo azadiya Ocalan bibin."