Hejmara mirinên ji ber germê roj bi roj zêde dibe

Li Hîndîstanê ji ber germa zêde 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Hîndîstanê ji ber germa zêde 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li nexweşxaneyan jî êdî cih nemaye.

Li Hîndîstanê her sal bi sedan mirovên xizan ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest didin. Lê belê sala 2015'an, ji sala 1995'an û vir ve bû sala herî germ.

Li Andra Pradeşê, ji 18'ê Gulanê û vir ve 1020 kes, ji ber germa dijwar jiyana xwe ji dest dan. Doktorên li herêmê diyar kirin ku ew heta niha ti carî li bûyerên di vê astê de cidî rast nehatine.

Wezîfedarê Estîtuya Tip û Zanistê ya Rojîv Gandî doktor J V Sûbbarao anî zima ku ev 40 sal in ew li heman navendê doktoriyê dike, lê heta niha li tiştekî bi vî rengî rast nehatiye. Sûbbarao anî ziman ku wî ti carî nedîtiye ji ber germê ewqas mirovî jiyana xwe ji dest dane.

Doktor ragihand ku herî zêde mirovên xizan û extiyar ji ber germê jiyana xwe ji dest dane. Fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.

Li Telanganayê jî ji ber germa ku gihaşt 48 pileyî di nava hefteyekê de 340 kesî jiyana xwe ji dest dan. Par di heman wextê de ji ber germahiyê 31 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.