‘Hêjmara kuştiyên li girtîgehê 100’î derbaz kir’
‘Hêjmara kuştiyên li girtîgehê 100’î derbaz kir’
‘Hêjmara kuştiyên li girtîgehê 100’î derbaz kir’
Di girtîgeha Mislimiyê ya bajarê Helebê di encama topbarana Artêşa Azad de hejmara kuştiyan 100 derbaz kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ji nava girtîgeha Mislimiyê ya Helebê girtiye, hejmara kuştiyan di topbarana Artêşa Azad de gihiştiye 100 kesî û ji wan girtiyan 10 jê girtiyên siyasî yên Kurdin.
Girtiyekî ji hundirê girtîgehê bi riya telefonê agahî da ANHA û diyar kir ku, hejmara kuştiyan di girtîgehê de 100 kes derbaz kiriye û destnîşan kir ku, li girtîgehê av û xwarin li ser wan qutkirine, rewşa wan ya tenduristî nebaşe.