Hejmara koçberên hatine YE sê qat zêde bûn

Ji destpêka 2015’an heta niha hejmara koçberên qaçax hatine Ewropayê sê qat zêde bûn.

Ji destpêka 2015’an heta niha hejmara koçberên qaçax hatine Ewropayê sê qat zêde bûn.

Fabrice Leggeri, Serokê Frontex a mekanîzmaya kontrolkirina sînorên Yekîtiya Ewropayê, di daxuyaniyeke xwe de got ku di mehên Çile û Sibatê yên 2015’an de hejmara koçberên qaçax hatine Yekîtiya Ewropayê li gor mehên sala buhrî sê qat zêde bûne.

Leggeri, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di mijara alîkariya ji koçber û penaberan re kêmasî hene, heta rastî pêkanînên nîjadperest tên.

Leggerî anî ziman ku koçber herî zêde ji ser welatên Balkan û Macarîstanê derbasî YE dibin, di meha Çile de 10 hezar Kosovayî ji bo penabertiyê serlêdan kirine.

Leggerî got ku lê belê hejmara penaberan herî zêde li Derya Spî pêş ketiye, ji Libyayê hatina başûrê Îtalya ji sedî 42 zêde bûye.

Fabrice Leggeri, diyar kir niha di navbera 500 hezar û mîlyonekê de mirov ji bo bên Ewropayê li peravên Lîbya sekinîne.