Hefteya Mafê Mirovan wê li Mehserê destpê bike
Hefteya Mafê Mirovan wê li Mehserê destpê bike
Hefteya Mafê Mirovan wê li Mehserê destpê bike
Saziyên Mafê Mirovan ên li Amedê wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan 10-17’ê Kanûnê de gelek çalakiyan pêk bînin. Ev rêzeçalakî wê bi çalakiya ku wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li gundê Mehser ê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê pêk bê destpê bike.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Odeya Tabîban wê bi hev re hefteya Mafê Mirovan pîroz bikin.
Çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan wê roja Çarşemê 10’ê Kanûnê li gundê Mehser ê navçeya Pirsûsa Rihayê ku li ser sînorê Pirsûs û Kobanê ye, bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bikin.
JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ NABE, PÊŞANGEH Û PANEL...
Di roja duwemîn a çalakiyan de, 11’ê Kanûnê roja Pênçşemê wê name ji girtiyên nexweş re bên şandin. Şaxên ÎHD’ê yên Tirkiyeyê di heman demê de çalakiyan li dar bixin û wê li Amedê bi beşdariya saziyên din ên mafê mirovan, saet di 11.00 de li Postexaneya Sûrê çalakî li dar bixin. Di heman rojê de, ssaet di 17.00 de li Salona Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşangeha “Dayikên Şemiyê û Windayan” bê vekirin.
XIZMÊN WINDAYAN WÊ MEŞA PROTESTOYÎ YA BI BANDÊN REŞ PÊK BÎNIN
Xizmên girtiyan wê roja 13’ê Kanûnê di hefteya 305. de çalakiya xwe pêk bînin û wê devê xwe bi bandên reş bigirin û meşeke protestoyî pêk bînin. Meş wê saet di 11.00 de ji navçeya Yenîşehîrê destpê bike û heta Parka Koşuyoluyê bidome.
RAPORA GORÊN KOMÎ
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê wê piştî salekê rapora xwe ya Gorên Komî careke din rojane bike û bi daxuyaniyeke çapemeniyê roja 16’ê Kanûnê bi raya giştî re parve bike. Civîna çapemeniyê wê saet di 11.00'an de pêk bê.