HDK: Ji bo Ak Sarayê bi milyonan pere ji bo karkeran hejarî
HDK: Ji bo Ak Sarayê bi milyonan pere ji bo karkeran hejarî
HDK: Ji bo Ak Sarayê bi milyonan pere ji bo karkeran hejarî
HDK’ê nerazîbûn nîşanî tesbîta heqdestê kêmtirîn ên ji bo karkeran da û hikûmeta AKP’ê bi vî awayî rexne kir: “Ji bo wan kêfxweşî ye, lê ji bo karker, kedkaran jî birçîbûn, jiyaneke hejar û şert û mercên dijwar ên xebatê.” HDK’ê xwest heqdestiya kêmtirîn bi hevpeymaniya bi komî bê diyarkirin.
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî diyarkirina heqdestê kêmtirîn ê ji bo karker û kedkaran a ji bo sala 2015, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDK’ê destnîşan kir ku li gorî Plana Aboriyê ya hikûmeta AKP’ê wê di heqdestê kêmtirîn ên karker û kedkaran de, di meha Çileyê de ji sedî 3 û di meham Tîrmehê de ji sedî 3 zêdebûn çêbibe û li gorî TUIK’ê 17 milyonên bi heqdest û pereyê rojane kar dikin hene û ji vana nêzî 5 milyon kes bi heqdestê kêmtirîn dixebitin.
HDK’ê tesbîta heqdestê kêmtirîn ên ji bo karkeran da a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê diyarkirin da û got: “Ji bo wan kêfxweşî ye, lê ji bo karker, kedkaran jî birçîbûn, jiyaneke hejar û şert û mercên dijwar ên xebatê heye”.
HDK’ê xwest heqdestiya kêmtirîn bi hevpeymaniya bi komî bê diyarkirin. HDK’ê diyar kir ku heta mekanîzmayek ku mafê grevê yê sendîkayan têde be neyê pêkanîn, wê heqdestê kêmtirîn her tim weke “heqdestê xizaniyê” bê zanîn.