Hatina pêşmergeyan a Kobanê ji ber rewşa hewayê pêk nehat
Hatina pêşmergeyan a Kobanê ji ber rewşa hewayê pêk nehat
Hatina pêşmergeyan a Kobanê ji ber rewşa hewayê pêk nehat
Hatina pêşmergeyên çavlirê bû vê êvarê werin şûna yekîneyên pêşmergeyên li Kobanê yên dema wan temam bû, ji ber rewşa hewayê ya xerab pêk nehat.
Dema wezîfeya yekîneya pêşmergêyên berî niha bi mehekê ji Hewlêr hatin Pirsûsê û ji wir derbasî Kobanê bûn temam bû. Çavlirê bû îro yekîneya nû ji bo dewrgirtina wezîfeyê îro ji Hewlêr ketiba rê.
Li gor agahiyên ji rayedarên pêşmergeyan hatin girtin, hatine yekîneya nû ji ber rewşa hewayê ya xerab hat taloqkirin. Hat ragihandin ku wê yekîneya nû di nav vê hefteyê de derbasî Kobanê bibe. Heta yekîneya nû ya pêşmergeyan neyê wê yê yekîneya niha li Kobanê çeperên xwe bernede.