Hat xwestin Kobaniyên hatine girtin bên berdan

Hat xwestin Kobaniyên hatine girtin bên berdan

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Riha, nerazîbûn nîşanî girtina Kobaniyên birîndar dan û xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan.

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, li avahiya xizmetê ya Şaredariya Alîgor a Pirsûsê ji aliyê polîsan ve binçavkirina Kobaniyên ku di şerê de li hember çeteyên DAIŞ de birîndar bûne, şermezar kirin. Endamên platformê yên li ber Navenda Kar Ahmet Bahçivan hatin gel hev pankarta, "Îro li Riha sûcê mirovatiyê hat kirin. Agahiya we heye?" vekirin û dirûşmên, “Wê Kobanê ji DAIŞ re bibe goristan” gotin.

Hevserokê Şaxa SES’ê Reşat Dogan ê li ser navê platformê daxuyanî da got ku qeydên kesên hatine binçavkirin li AFAD’ê hene û wiha axivî: "Mafê jiyanê yên mirovan ji destê wan tên girtin. Divê demldest ev nexweş bên berdan”

Dogan, diyar kir ku ji bo çav li çeteyên DAIŞ ên li ofîsa genim (TMO) bicih bûn û bi wesayîta bombebarkirî ji Pirsûsê re derbas bûn girtin, hewl didin rojevê biguherin û lewma ev bêhiqûqî tê kirin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.