Hakî Karer çi dixwest?
Hakî Karer çi dixwest?
Hakî Karer çi dixwest?
Metîn Aslan ku yek ji kadroyên dema îdeolojîk ên PKK’ê ye derbarê jiyana Hakî Karer û tevgerên çepgir ên Tirk de dibêje: “Weke ku tu darekê av bidî û ji nû ve şîn bibe. Bi şehadeta Hakî dixwestin ku wê peyamê jî bidin gelê Tirk û ciwanan: ‘Ey gelê Tirk tevlî Kurdan nebin wê we jî tasfiye bikin. Ji ber ku yê Hakî qetil kir Kurd bû.”
Aslan balê dikişîne ser wan xalan: “Rêber Apoç iqasî di beraqil, raman, teorî û jin û ve avakirina îdeolojîk de berpirsyar be; Hakî Karer jî di ber pêkanîna vê felsefe û îdeolojiyê de berpirsyar e. Hakî Karer rêber û hêza pêkanîna felsefeya Apoyî bû. Fikir û ramaneke ku bi cih nehatibe bi kêrî tiştekî nayê. Eger fikir, raman û felsefeyeke jiyanê bi cih were, bi wate dibe. Weke ku tu darekê av bidî û ji nû ve şîn bibe. Bi şehadeta Hakî dixwestin ku wê peyamê jî bidin gelê Tirk û ciwanan: ‘Ey gelê Tirk tevlî Kurdan nebin wê we jî tasfiye bikin. Ji ber ku yê Hakî qetil kir Kurd bû. Bi destê Kurdekî ew yek pêk anîbûn. Di encam de dema Hakî Karer şehîd ket, malbat di wê mijarê de bertek nîşan dide. Bi wê yekê jî pêşxistina dijminatiya di navberaTirk û Kurdan dikin armanc. Di wê pêvajoyê de hema bêje hemû tevgerên çepgirênTirk êrîşî PKK’ê dikin û destê xwe dikin xwîna gelek sempatîzanên PKK’ê. Dema tevgera Apoyî xwe li hemberî wan êrîşan diparast jî feryad û fîxan dikirin. Hîn jî hinek ji wan dijberî Tevgera Apoyî ne. Dev-Yol mînaka wê ye. Ji bo xwe ji Tevgera Apoyî dûr bigire ya destê wê tê dike.
Rewşa ODP’ê jî wisa ye. Çima tevlî Kongreya Demokratîk a Gelan nebûn vê yeke pirr aşkere nîşan dide. Dewletê di destpêka salên 1970’an de bi qetilkirina Hakî Karer peyama, ‘Ji Kurdan û tevgera wan dûr bisekinin’ daye. Ev jî hema bêje li gorî talîmata dewletê tevdigerin. Hakî bi awayekî plankirî, hostane û di encama dek û dolaban de hat qetilkirin. Bi wê hewl dan provokasyonekê pêk bînin. Ji ber ku dema Kemal Pîr ji Rêber Apo re behsa anîna cenazey êHakî û birina Wî ya li Orduyê dike; Rêbertî Wî dide sekinandin û balê dikişîne ser rewşeke provokasyonê. Dewletê wisa plan dikir ku ew ê Hakî qetil bike û hevalên Wî jî wê bi bertekek hişk nîşan bidin û bi wî rengî wê hemû kadroyan bigirin û biavêjin hundir. Ev komployeke pirr berfireh bû ku ji aliyê Rêbertiyê ve vala hat derxistin. Sedema ku Rêbertî ji Enqereyê bi lez berê xwe dide Entabê jî zû ferqkirina vê komployê û pêşîgirtinavê bû.”
‘CIVAKEKE NE RÊXISTINKIRÎ, CIVAKEKE TUNE Û MIRÎ YE’
Aslan wiha pê de diçe: “Di demên paşê de jî hat xwestin ku ev provokasyon bê domandin, lê belê Rêbertiyê rê neda tiştekî wisa û di her pêvajoyê de ew yek vala derxist. Rêber Apo di axaftineke xwe de der barê şehadeta Hakî de wiha dibêje: “Bi qetilkirina Hakî, xwest intifaqa di navberaTirk û Kurd bê astengkirin. Tê xwestin pêşiya fikir û ramanên şoreşgertî bê girtin, ew fikir negihîjin gel û ciwanan û nebe malê hemû civakê. Her wiha pêşîlêgirtina perwerdeya kadroyên pêşeng û parastina gel bû û tirsa ji civakeke bi rêxistinkirîbû.’ Rêber Apo hewl dide wê komployê vala derxe, di destpêkê de ji bo pêvajoyeke demdirêj birêxistinkirina Kurd û civaka Kurd dike armanc. Jixwe darbeya herî mezin ji komployê re jî di asteke herî jor de pêşxistina xebatên rêxistinkirinê bûn. Hakî Karer di nav vê tevgerê de dixwest çi ser bixe? Yek, avakirin û perwerdekirina kadroyên pêşeng bû. Ya duyem birêxistinkirina civakê û pêşxistina partîbûyînê bû. Vê demê ew daxwaz û têkoşîna Hakî ku nîvçe ma û temenê Wî têrê nekir; bicihanîn girîng bû. Û bersiva herî pîroz ji bîranîna şehîdê mezin re pêkanîna wan erkan bû.
Jixwe bersiva herî mezin ji qetilkirina Hakî re avakirina tevgera PKK’ê bû. Piştî qetilkirina Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de, di nava salekê de PKK’ê xwe wek tevger a Partiya Karkerên Kurdistanê îlan kir. Bi wî rengî dawî li dîroka bêrêxistinkirî ya gelê Kurd hat anî. Êdî civaka Kurd ne civakeke bêrêxistinkirî bû. Xwedî rêber û kadroyên pêşeng bû. Hewldanên Hakî vala neçûn û utopyayên Wî yên civakeke rêxistinkirî veguherîn rastiyê. Ji ber ku civakeke nerêxistinkirî, civakeke tune û mirî ye. civakeke rêxistinkirî dikare her tiştî bike. Lê belê civakek nerêxistinkirî nikare tu tiştî bike û mehkûmê wendakirinê ye. Ji bo lidarxistina şoreşekê, beriya her tiştî pêdivî bi tevgerbûyînê heye. Hemû hewldanên Hakî Karer avakirina kadroyên pêşeng û tevgerek wisa bû. Hakî, di nav hewldan û tevgera pêkanîna xeta Rêbertiyê de bû.”
Aslan wiha didomîne: “Kesên ku Hakî bi xwe ew perwerde kirin, hîn jî wek hestiyên herî saxlem ên vê tevgerê ne. Yên hîn dijîn, wek sîtava ruhê Hakî Karer in. Ên ku perwerde û terbiyeya Hakî dîtin û gihiştin asta milîtantiyê ew kes in ku ji pêvajoya Darbeya 12’ê Îlonê heya roja me ya îro barê vê tevgerê girtine ser milê xwe. Di pêvajoya grûbê de zêde derfetên Rêber Apo yên dayîna perwerdeyê û yek bi yek bi hevalan re pêwendiyan deyne nîn bûn. Rêbertî hîn zêde bi xebatên polîtîk û stratejîk mijûl bû. Ji bo vê bi wan karan re Hakî eleqedar dibû. Perwerdeya kesan karê Hakî bû ku pişt re ew kar jî ji aliyê Rêbertiyê we hat meşandin. Rêbertî bi taybet piştî derketina derveyî welat, wî karî jî digire ser mile xwe û li ser disekine. Piştî Hakî Karer kadro û milîtanên ku wî karî bigirin ser milên xwe kêm bûn. Jixwe Rêber Apo jî ew mijar rexne dikir. Piştî şehadeta Hakî, xebatên avakirina kadro, milîtan û qezenckirina însanan li ser milê Rêber Apo dimîne. Dema Rêber Apo dibêje, ‘Hûn nikarin alîkariyê bidin min, we ez tenê hiştim û hûn kêm man’ dixwaze balê bikişîne ser vê yekê. Lê belê ji bo Hakî, Kemal, Mazlum û Mahsum Korkmazan vê yekê nabêje. Mînak Mazlum Dogan di aliyê îdeolojîk de pêşketineke muazzam dabû çêkirin. Piştî ku hevalên di wan qadan de xwedî tecrûbe bûn, gihiştin şehadetê bi rastî jî hemû bar ket ser milên Rêber Apo. Di wan hevalan de hevaltiya kêm nîn bû û her yek ji wan hevalan di qadekê de xwedî tecrûbe û berpirsiyartiyê bûn. Ji bo vê barê Rêber Apo sivik dikirin û tenê nedihiştin. Lê belê ji bo me mirov nikare wisa bêje û me berpirsiyartiya xwe bi cih neanî.”
Metîn Aslan wiha dawî li axaftinên xwe tîne: “Ciwanên Tirk û Kurd jî çi qasî Hakî Karer fêm bikin wê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de ew qasî xwedî rol bin. Hakî Karer çi dixwest? Li Tirkiyeyê demokrasî û biratiya gelan. Pergaleke sosyalîst û wekhew dixwest. Hakî alîgirê Tirkiyeyek û Rojhilata Navîn a adil, azadîxwaz, wekhev û pergaleke sosyalîst bû. Ji bo vê hewce ye hemû ciwanên Tirk û Kurd vê îdeala Hakî Karer, sekna Wî ya bêtawîz û bi prensîp ji xwe re esas bigirin û li gorî vê tevbigerin. Ji bo ku tu sosyalîst û demokrateke/î baş bî, pêwîst e beriya her tiştî tu Hakî Karer baş fêm bikî. Mirov dikare dersa demokrasiyê ji jiyana Hakî Karer fêr bibe.”
Dawî
BEŞA 1 : 'Hakî Karer sembola biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye'
BEŞA 2: 'Jiyaneke bi hev re a Tirk û Kurd di nav PKK’ê de pêkan e'