Gundiyan li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kir
Gundiyan li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kir
Gundiyan li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kir
Welatiyên li gundê Navberojan a Şemzînan dijîn piştî leşkeran hevdîtina wan a bi xizmên wan ên aliyê din re asteng kirin li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî gundiyan kir û gundiyan ji bersiva leşkeran da û çalakiya rûniştinê berdewam dike.
Ji serê sala 2013'an heta niha li herêmên sînor ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran û sewqiyata leşkerî herêmên tampon pêk anîn. Bi taybet li gundê Navberojan ê sînor li girên weke Dêzgey, Gedîk, Bizgote, 1055 û Mamreşan leşkera hatin bicihkirin. Welatiyên gundê Navberojan ji aliyê leşkerên li van nokteyan û Qereqola Navberojan ve ji bo xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ziyaret bikin tên astengkirin. Welatiyên gund bertek nîşanî qedexeyê dan û bi sedan wesayîtan rêya gund ji trafîkê girt û li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hinek welatiyan ji înşata qereqola nû çê dikin asteng kirin.
Li gorî gundiyên agahî dan DÎHA’yê: "Li sînor ji serê sala 2013'an heta niha em di dorpêça leşkeriyê de ne. Em li gund hatin hepiskirin. Heke em di bin dorpêça leşkeriyan de bin wê demê an bila me bavêjin girtîgehê an jî em dê gund vala bikin an jî dê zextên leşkeran bi dawî bibin. Em niha li nîzamiya leşkeriyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Li dora me leşkerên bi çekên giran hene. Em li vir ranabin. Em li bendêne ku wekîl û nûnerên rêxistinên sivîl bên vir."
Hate ragihandin ku, piştî leşkeran bi panzer û bombeyên gazê mudaxele li welatiyan kir, welatiyan ji bi keviran bersiv da. Di êrîşê de çamên wesayîtên sivîl ên di înşata qereqolê de dixebitin şikandin û li ser berxwedana gundiyan leşker paşve hatin kişandin.
Hate zanîn ku, piştî rêveberên BDP'ê yên Şemzînan rewşa gund hînbûn ber bi gundê Navberojan ve derketin rê.