Guherînên avhewayê mûmyayên Atacama yên 7 hezar salî dirizîne

Derket holê ku mûmyayên 7 hezar sal berê yên li Başûrê Amerîkayê ji ber guherînên avhewayê xera bûne.

Derket holê ku mûmyayên 7 hezar sal berê yên li Başûrê Amerîkayê ji ber guherînên avhewayê xera bûne.

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Zanîngeha Hardvardê pêk hatiye, mûmyayên ku bi hezaran salan e di bin xakê de hatine parastin, bi guherîna avhewayê re riziyane.

Di lêkolînê de mûmyayên li Çola Atacama ya bakurê Şîliyê û bi teknîkên bi hezaran sal berê yên ji aliyê şaristaniya Misirê ve hatine kirin, hatin lêkolînkirin. Li gorî vê mûmyayên bi hezaran salan e xera nebûne, bûn hedefa gelek cureyên bakteriyan û riziyane.

Li Laboratuvarê xebat hat meşandin ku hawira xwezayî ya ku mûmya lê hatin çalkirin, bê afirandin û bi metodên aîdî çanda Chînchorro re çermê beraz ê mumyakirî hat bikaranîn.

Li gorî encamên xebata ekîba Zanîngeha Harvardê bakterî di avhewaya şiliyê de zêdetir dibin. Ji ber sedema guherîna avhewayê li Çola Atamaca jî demsala şiliyê serdest bûye û bakteriyên ku rê li ber rizandina mûmyayan vekir, zêde bûne. Van bakteriyan jî cesed rizandine.

Kevneşopiya mûmyakirina mirovên mirî ya Çanda Chînhorro ye heta 7 hezar sal berê diçe. Ji ber xebatên li Çola Atacama hat kirin,  bi sedan cesedên hatine mûmyakirin hatin dîtin. Parastina van mûmyayan êdî zehmetir bûye.

Piraniya cesedan yên zarokan bû. Hinek zanist diyar dikin ku dibe ku wê demê zarok ji arsenîka bilind a avê miribin.