Greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Urmiyeyê de di roja 14'emîn de ye
Greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Urmiyeyê de di roja 14'emîn de ye
Greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Urmiyeyê de di roja 14'emîn de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li dijî zextên rejîma Îranê li Girtîgeha Urmiyê dabûn destpêkirin, di 14. roj de didome. Berxwedana girtiyên Kurd li girtîgehên rejîma Îranê belav dibin.
Li Girtîgeha Urmiyeyê rayedarên girtîgehê girtiyên ji dozên “krîmînal, kuştin û bazirganiya madeyên hişbir” di benda 12’ê ya girtiyên siyasî de bicih kirin û li ser vê yekê girtiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan. Ji ber rayedarên rejîmê tevî sozên başkirina rewşê, bi sirgûnkirina girtiyan bersiv dan, 27 girtiyên siyasî beriya bi 14 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, rayedarên Girtîgeha Urmiyê piştî 14 rojan jî bersivek rast nedane daxwazên girtiyan, lewra çalakî didome. Li aliyê din, piştgiriya bi berxwedana Girtîgeha Urmiyê re, li girtîgehên rejîma Îranê belav dibin. Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Sine û Zahidan pêr ragihandibûn ku eger daxwazên girtiyên Girtîgeha Urmiyê pêk neyên ew ê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Tevî ku heta niha agahiyek zelal ji van zindanan nehatiye wergirtin, tê gotin ku çalakiyê destpê kiriye.
Her wiha, hate ragihandin ku girtiyê siyasî yê Kurd Bedî Husen Penahî li Girtîgeha Bender Lenge, bi armanca piştgiriya bi berxwedana Zindana Urmiyê re dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Hêjayî gotinê ye, rayedarên rejîma Îranê, girtiyên ji dozên bazirganiya madeyên hişbir hatine girtin, di bendên girtiyên siyasî de bi cih dikin û bi vî awayî aloziyê diafirînin û her wiha hewl didin bi destê wan, madeyên hişbir belav bikin.
Gelek caran ev girtiyên ji dozên krîmînel di nav girtiyên siyasî de wekî sîxur jî têne bikaranîn.