Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

Li girtîgeha Xelatê, girtiyê bi navê Gurgîn Kûrt (63) ê ji sedî 50 felç û nexweşê tansiyona bilind, ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.

Gurgîn Kûrt (63) ê bi hinceta "Endametiya Rêxistinê" salekê li Girtîgeha Tîpa M ya Girtî ya Mûşê ma, sewkî Girtîgeha Girtî ya Xelatê hat kirin. Hat ragihandin, Gurgîn Kûrt (63) ê ji sedî 50 yê bedena wî felç bû û di heman demê de nexweşê tansiyona bilind bû, roja Yekşemê xwîn rijiya ser mejiyê wî û ew rakirin Nexweşxaneya Can a Taybet a Xelatê. Hat ragihandin, Gurgîn Kûrt, doh berêvarê jiyana xwe ji dest daye. Bi bihîstina bûyerê re malbat hat nexweşxaneyê û kurê Kûrt Sînan Kûrt anî ziman ku ew berî 10 rojan çûbû serdana bavê xwe. Kûrt da xuyakirin ku bavê wî ji ber nehatiye dermankirin jiyana xwe jid est daye û diyar kirin ewê giliyê berpirsyaran bike. 

Kûrt got, "Bavê min, ji sedî 50 felç bû û nexweşê tansiyona bilind bû. Bi tena serê xwe nikarîbû tevbigeriya, ji ber vê yekê me 4-5 caran serî li Wezareta Edaletê dan, lê hemû daxwazên me hatin rekirin. Herî dawî ji min re gotibû, rêveberiya girtîgehê dilopek xistiye çavên min û ji ber vê dilopê çavên gelekî kêm dibîne. Dûre roja Yekşemê piştî firavînê xwîn rijiya ser mejiyê wî."