Girtina deriyê sînor, li Efrînê hat şermezarkirin
Girtina deriyê sînor, li Efrînê hat şermezarkirin
Girtina deriyê sînor, li Efrînê hat şermezarkirin
Girtina deriyê sînor û bicihkirina hêzên Pêşmerge bi çekên giran li seranserî sînorên Başûr û Rojava, rastî hêrsa gelê Rojava hat.
Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li bajarê Efrînê helwesta hikûmeta herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku biryara girtina sînor li dijî yekîtiya gelê Kurd e.
Parêzer Abdîn Silêman diyar kir ku girtina deriyê sînor kiryareke ne di cihê xwe de ye. Silêman wiha dom kir: "Girtina deriyê sînor di vê demê de li dijî yekîtiya kurdan e, li herdû aliyên sînor gelê kurd heye, Pêşmerge li dijî kê li wir bicîbûne, deriyên sînor ji bo ku sivîl pêdiviyên xwe yên rojane û alîkariyên mirovahî desrbas bikin tê bikaranîn, girtina sînor kiryarekî ne zagonî ye, em hêzên Asayîşê wek hêza parastina ewlekariya herêma xwe dipejirînin, ji mafên Asyîşê ye ku herkesê derbasî herêmê bibe rawestîne, lê bipirse û carinan binçavbike, erkên Pêşmergan jî ew e ku alîkara parastina Rojavayê Kurdistanê bikin."
Doktor Osman Şêx Îsa jî helwesta xwe wiha anî ziman: "Gelek hêzên derve û şaxên wê yê hundir dixwazin destkeftiyên gelê Rojava têkbibin, her wiha dixwazin yekîtiya gelê Kurd jî bişkînin, sînorê ku bi salan ji hêla dijminan ve hatiye danîn, îro ji hêla Hikûmeteke Kurdî tê asteng kirin û girtin, ev ne jixweber hatiye, ev girêdayî hin ajendeyên herêmî û navnetewî ne, ev kiryareke ne durist e û li dijî berjewndiyên Kurdan e".
Şêx Îsa diyar kir ku hebûna du hêzên çekdar dikare bibe sedemê şerekî navxweyî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew e sîwana ku hemû hêzên çekdarê dikarin di bin banê wê de cîbigirin.
Endamê rêvebirya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûryê (YEKÎTÎ), Selah Resûl diyar kir ku (YPG) û Pêşmerge jî karên wan parastina sînoran e, girtina sînor ji hêla Hikûmeta herêmê ve ne di berjewendiya gelê kurd de ye, herdû alî pêwîst e vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin.
Resûl wiha berdewam kir: "Piştî hevpeymana Hewlêrê pêwîst e em bi hev re alîkar bin, YPG’ê û Asayîş pêwîst e du hêzên bê alî bin û di bin banê Komîta leşkerî ya pispor de bixebitin."
Endamê rêvebir yê Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Mamoste Menan Cafer diyar kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza parastina Rojavayê Kurdistanê ye, yê bixwaze gel biparêze bila tevlî nav refên YPG'ê bibe.
Mamoste Cemîl Şêx Dedo, girtina deriyê Sînor û bicîkirina hêzên Pêşmergeyan şermezar kir, Dedo diyar kir ku gelê kurd pêwîst e bi hev re alîkar be û wek laşekî tevbigere.