Gewriyê: Dengê jinên Kobanê dengekî pîroz e
Gewriyê: Dengê jinên Kobanê dengekî pîroz e
Gewriyê: Dengê jinên Kobanê dengekî pîroz e
Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê dengê jinên ku li Kobanê şerê hêzên tarî dikin bilind kiriye, wekî dengekî pîroz û mezin bi nav kir û da zanîn ku sekna Arîn Mîrkan a li hemberî mirinê, dijminên gelê Rojava matmayî hiştine û pênaseyeke nû daye fedayîbûnê.
Ji bo nirxandina berxwedana jinên Rojava ku li hemberî hêzên tarî li Kobanê şerê parastina rûmetê dikin, Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê ji ANHA'yê re axivî û got ku di nava Rêveberiya Xweseseriya Demokratîk de fikr û vîneke nû tê afirandin û jin kesayeta xwe ya hezkirin, hevbexşandin û rêveberina xwe ya demokratîk de vedigerîne û ji nû vex we ava dike.ç
Elîzabêt Gewriyê wiha anî ziman: "Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê em berxwedana jinê li Kobanê wekî navnîşana ferasetên dadweriya civakî dibînin. Şoreşa Rojava bi hemû wateyên xwe şoreşa jinê ye. Di vê şoreşê de ji hemû aliyan re hat diyarkirin ku jin dikare çekê rake û parastina xwe, têgehên xwe, doza xwe û gelê xwe bike. Ev berxwedana ku li Kobanê tê meşandin ne ji xwe hatiye, lê bi riya rêxistinên demokratîk pêk hatiye. Van rêxistinan rê li ber jinê vekirine ku kesayeta xwe îsbat bike. Mînaka herî ber bi çav hevala me Arîn Mîrkan e. Wê ji bo berxwedana Kobanê xwe kir qurban. Sekna wê ya li hemberî mirinê dijmin matmayî hişt û feraseteke nû da qurbanî û fedayîbûnê. Fedabûyîna rasteqîne ew e ku mirov ji bo mirovahiyê, ji bo hevalê xwe û parastina nirxên mirovan xwe feda bike."
Di berdewamiya axaftina xwe de Gewriyê da zanîn ku li Mezopotamya jin xwedawendeke pîroz bû, piştre zilam hemû mafên wê jê girtin û her tişt xist destê xwe û destnîşan kir ku sîstemên ku hatine avakirin şêwazên koledariyê li ser jinê dan meşandin û jin wekî amûreke kirîn û firotên bikar anîn.
Girêdayî rola jinê di nava Rêveberiya Xweser de Gewriyê wiha got: "Di roja îroyîn de em dibînin ku di nava Rêveberiya Xweseseriya Demokratîk de fikr û vîneke nû tê afirandin û jin kesayeta xwe ya hezkirin, hevbexşandin û rêveberina xwe ya demokratîk de vedigerîne û ji nû vex we ava dike."
Elîzabêt Gewriyê peyam û armancên jinên Rojavayî ku li Kobanê şerê hêzên radîkal û çete dikin wekî peyama mirovahiyê bi nav kir û got: "Li herêmê jinê peyama mirovahiyê wekî tişta herî pîroz hilanî da ku wê bigihîne tevahiya mirovahiyê. Di vê peyamê de doza her jineke li cîhanê ku ji aliyê psîkolojî, fîzîkî, civakî û siyasî ve rastî tundiyê tê heye. Di kesayeta vê jinê de wêneyê jina nû a Rojhilata Navîn ku a pîroz ku vîneke nû dafirîne û dide tevahiya jinên cîhanê tê dîtin."
Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Elîzabêt Gewriyê diyar kir ku jinê di gelek aliyan de xwe îsbat kir û bi vîna xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe girt û siyasetê dike. Li gorî Gewriyê, jinê di nava xebatên leşkerî de wêneyê rast ê jina ku dikare parastina mala xwe, gelê xwe û xaka xwe bike derxist holê û ji cîhanê re got "Êdî bese şer, bese wêranî".
Her wiha ji bo vê armancê û ji ber êrîşên aliyên radîkal ên li dijî gelê me tên gelek xort û keçên me şehîd ketin. Li cîhanê tu kes nema û çavên wan li ser van cangoriyan hêsir nebarand tune ye.
Gewriyê wiha domand: "Armanc ji van êrîşan tunekirina mirovahiyê û çanda hevqebûlkirin, wekîheviya civakî û dadweriyê ye. Gelên herêmê bi çandên xwe wateya mirovahiyê, feraseta rêveberiyê û sivîlbûyîn dane cîhanê. Ev komên radîkal dixwazin bi nerîna xwe ya reş me vegerînin serdema Cahiliyê (nezanebûnê).
Hawara Kobanê û Serêkaniyê hawareke mezin e. Di dîroka Kevin de û heta niha jin bang dike, lê tu kesan lê guhdar nekiriye. Banga Kobanê ji aliyê raya giştî û tevahiya aliyên navnetewî hat bihîstin û deng veda. Jina ku li Kobanê şer dike bi hezkirina xwe ji xaka welat, bi fedabûyîna xwe û bi berxwedana xwe ya bêsînor li hemberî hêzên tarî bû cihê ku çavên hemû aliyan lê dinêre."