Geverî li dijî avakirina qereqolan meşiyan
Geverî li dijî avakirina qereqolan meşiyan
Geverî li dijî avakirina qereqolan meşiyan
Welatiyên Colemêrgê li dijî qereqolên ku li gundê Wargeniman ê Navçeya Geverê tên avakirin meş pêk anîn û diyar kirin ku, ew qereqolan li herêmê naxwazin. Welatiyan diyar kir ku, israra avakirina qereqolan israra valakirina gundane.
Girseya ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê kom bûn, li dijî qereqolên li herêmê tên avakiri meşek pêk anîn.
Girseya ku di nav de endam û rêveberên BTP'ê, TUHAD-FED, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Şaredar, endamên meclisa şeredariyê, Şaredarê Bajirgê, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, welatiyên gundên Pageng, Aylava, Kendalok, Wargeniman, Hirmî û Meşkanê hebûn, heta herêma Onbaşiyan meşiyan. Girseya ku bi meşê heta gundê Wargenima yê liser sînorê Îranê meşiyan li vir bi girseyi daxuyanî dan çapemeniyê.
Girsê piştî daxuyanî da heta Qereqola Kendalokê meşiyan û siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Em qereqolan naxwazin" qîr kir. Girsê di meşê de alên PKK û Konfederalizmê û posteren Ocalan rakirin.
Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz jî li vir daxuyanî da û diyar kir ku, ew avakirina qereqolan li vir naxwazin. Durmaz anî ziman ku, heta niha çawa azad jiyane, dê ji niha û şûnde jî azad bijîn û destûr nadin ku AKP li ser axa kurdan qereqolan ava bike. Durmaz destnîşan kir ku, dê bi rêxistinbûna xwe li dijî qereqolan heta dawî têkoşînê bidin û wih got: "Ger ku hewce be em dê li hemberî vê feraseta hikûmeta AKP'ê û avakirina qereqolan heta dawî rawestin.
Welatiyê gund Kemal Atilla jî anî ziman ku, piraniya zeviyên gund te bi mayînin û wiha got: "Em qereqolan li ser axa xwe naxwazin. Em zeviyên bi mayin naxwazin. Ger ku behsa aşitê dikin divê qereqolan ava nekin. Heta niha du gundiyên me pê li mayinan kir. Lê dewlet li hemberî vê yekê bêdenge. Tenê çavkaniya me sewalkarî ye û ji bo vê eykê divê zeviyên bi mayin bên paqijkirin. Em qadên qedexe naxwazin. Em dixwazin zevî bên paqijkirin û her der serbest bibe. "
Welatiya gund Mahbup Atilla jî diyar kir ku, ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û ji bo karibin vegerin gundê xwe divê qereqol rabin û herêmên qedexe serbest bibin û zevî bên haqijkirin. Piştre Dengbêj Felemez helbestek xwend û diyarî gêrîlayên PKK’ê kir. Maşîneyên di qeqeqolê de dixebitin ji dest ji kar berdan û paşve vegeriyan. Welatiyan piştî daxuyanî dan şûnde vegeriyan.