Gêrîlayê HPG'ê yê li Zapê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Gêrîlayê HPG'ê yê li Zapê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Gêrîlayê HPG'ê yê li Zapê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Gêrîlayê HPG'ê Servet Dûrsûn (Dengtav) ku di şerekî li herêma Zapê yê sala 2012'an de birîndar bû, li gel hemû hewldanan di 15'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê (HPG-NÇR) der heqê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku gêrîlayê wan Dengtav ê ji Şirnexê, ku di şerê sala 2012'an de li herêma Zapê birîndar bû, ji wê rojê heta niha hatiye dermankirin, lê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê jî der heqê gêrîla de daxuyaniye da û got, "Sala 2012'an, di encama berdêlên giran ên hêzên me yên gêrîla de, bûye saleke serketinên girîng hatine bidest xistin. Hêzên me yên vê têkoşîna bi heybet li her qadê mezin dikin, di sala 2013'an de bi ferman û perspektîfeke nû ya Rêber Apo re, gavek nû avêtiye."
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin, "Di sala 2012'an de şerê me yê şoreşger mîna li gelek deveran li eyaleta me ya Zapê jî bi têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Di şerekî li vê herêmê de hevalê me Dengtav birîndar bû û li gel hemû hewldanên dermankirinê, di 15'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bûye.
Hevalê Dengtav ê ji navçeya Şirnex Elkê, li cihekî ku nirxên mezin daye têkoşîna me, mezin bû. Hevalê Dengtav, têgihiştina xwe ya azadiyê ji hevalên xwe yên gêrîla girt û bi sek û tevlêbûna xwe her tim bûye xwedî meşeke biryardar û kedeke bêhempa daye. Şehadeta hevalê Dengtav wê bibe meşa me ya biryardar a ji bo avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk."