Gêrîlayê HPG'ê Karataş ji aliyê hezaran ve hate veşartin

Gêrîlayê HPG'ê Karataş ji aliyê hezaran ve hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cûma Karataş (Elîşêr Serhed) ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşma "şehîd namirin" li Bêdlisê hat veşartin. 

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cûma Karataş (Elîşêr Serhed) ê 26'ê Sibatê di encama bombebaran Zap, Qendîl û Garê de jiyana xwe ji dest da, doh ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ew birin navçeya Bêdlis Norşînê. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Norşînê, cenaze bi şev li Garaja Şaredariyê hat rawestandin û di saetên sibê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, Serokê BDP a Bêdlisê Şahîn Çoban, rêveberên BDP yên bajêr û navçeyan, Serokê BDP'ê yê Osmaniyê Maşallah Çetîn, rêveberên MEYA-DER'ê hejmareke zêde welatiyan cenaze hilgirtin û bi karwaneke ji sedan wesaîtî birin gund Xeltiqê. Bi sedan kesên li vê derê karwan pêşwazî kirin, cenaze bi qasî 2 kîlometreyan hilgirtin ser milan û birin goristana bajêr. Di meşa ber bi goristanê de, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Karataş hatin hilgirtin û alên PKK'ê hatin vekirin. Piştî ku cenazeyê Karataş hat veşartin, wecîbeyên olî bicih hatin anîn û dûre deqeye rêz hat girtin.

Dûre Serokê rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Şahîn Çoban axivî û got, "Van lehengan ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe dan. Heta doh navê Kurdan nedihat bilêvkirin, lê îro di encama danûstandinên bi birêz Ocalan re li dora masê rûdinên. Ev jî bi saya zarokên me yên leheng çê bûye."

'RÊYEKE DIN JI KURDAN RE NEHIŞTIN'

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî diyar kir, ku ji sala 1983'an û vir ve wan gelek xuşk û birayên xwe wenda kirine û ew şahidên wan ê zindî ye û got, "Sal 2013, ez hêvîdarim ev birayê me ev hevalê me wê bibe şehîdê dawî. Van hevalan ji bo welatekî azad ji me re bihêlin, canê xwe dan. Ey şehîd! li vê xaka we di ber de canê xwe dane, tovên aştiyê şîn dibin. Projeya birêz Ocalan jîndar dibe. Îro danê sibê, komek gerîla gihaşt navenda xwe. Em hêvîdarim komên din ên gerîla jî wê bi selametî bicihêjin yekîneyên xwe. Em ti carî nebûn alîgirê xwîn û dijwariyê. Lê belê yên zilmê li me dikin, ji ber ku ji xwîn û dijwariyê xwe xwedî dikin, ji bilî dijwariyê ti rê nedan Kurdan."

Li dû axaftinan, Nûnerê KURDÎ-DER a Norşînê  Tahîr Mete , helbesta xwe ya bi navê "Şehîd" xwend. Piştî cenaze hat veşartin, girseya gel çû serdana malbata Karataş û jê re sersaxî xwst.