Gerîlayê HPG'ê Goksû ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Goksû ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Goksû ji aliyê hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selîm Goksû (Mahîr Serhat) li gundê Melebadî yê navçeya Erzîrom Qereyaziyê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşma (Şehîd namirin) hat veşartin.
Cenazeyê yek ji du gerîlayê HPG'ê yên di 11'ê Mijdara sala 2012'an de di şerê li nêzî gundê Cifane yê quntarê Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest da û berî du rojan hat dîtin, Selîm Goksû (Mahîr Serhat) li gundê Melebadî yê navçeya Erzîrom Qereyaziyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê doh ji aliyê malbata wî û rêveberên BDP'ê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û li navçeya Mûş Gimgimê ji aliyê bi sedan kesên ku di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mûrat Ozturk, Sirri Sever, Rahmî Çelîk, Diyadîn Firat û şaredarên herêmê hebûn, hat pêşwazîkirin. Girseya gel, ji vê derê bi karwaneke dirêj, cenaze birin cihê lê ji dayik bûye gundê Melebadî yê navçeya Qereyaziyê. Gava karwan gihaşt gund, girseya gel darbesta gerîlayê HPG'ê bi alên PKK'ê xemilan û li ser milan bir goristana gund. Li qada vala ya kêleka goristanê jî nimêja cenaze hat kirin û dûre cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selîm Goksû (Mahîr Serhat) bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" hat veşartin.
"EMÊ HER DI RÊYA WAN DE BIN"
Dûre ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û piştre bavê Goksû Atîlla Goksû axaftinek kin kir û ji hemû beşdaran re spas kir. Goksû got, "Şehîd, şehîdên Kurdistaniyan, şehîdên gelê Kurd in. Ji bo azadiyê, ji niha û pê ve çi bikeve ser milê me emê bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, emê ji bo azadî û aştiyê li ber xwe bidin."
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk li vir axaftinek kir û weha peyivî: "Hevalê Mahîr, ciwantiya xwe eşqa xwe, pêşeroja xwe ji bo azadiya me feda kir. Bila bizanibe, emê her tim di rêya wan de bimeşin. Emê Erzîrom û navçeyên wê bikin qeleha demokrasiyê."
Piştî axaftinan, girseya gel çûn mala malbata gerîlayê HPG'ê Goksû û ji malbatê re sersaxî xwest.