Gerîlayê HPG'ê Erkan hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Erkan hat bîranîn

Di çarçoveya çalakiyên bîranîna şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, gerîlayên HPG'ê Abdurrahman Erkan (Koçer Kurdo) yê 17'ê Gulana sala 2009'an li herêma Bestayê bi 3 hevalê xwe re di şer de jiyana xwe ji dest da, li Îmzîrê bi mewlûdekê hat bîranîn. 

Di mewlûdê de Komeleya Piştigî û Alîkariya bi Malbatên Girtî (TAY-DER), Komeleya Xizmên xwe Wenda kirine (YAK-DER), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Îzmîrê û rêxistina BDP'ê ya navçeya Bayrakli amade bûn. Hevseroka YAK-DER'ê Sureyya Yilmaz li mewlûdê axivî û got, "Şehîdên me, bingeha azadiyê ne. Di meha Gulanê de gelek şehîdên me hene. Me di nava vê mehê de gelek zarokên xwe yên giranbuha wenda kirin."

Dûre Hevseroka TAY-DER şaxê Îzmîrê Şukriye Tûnç mafê axaftinê wergirt û der heqê pêvajoya çareseriyê de got, "Em ji dewleta Tirk bawer nakin, em bi Rêberê xwe piştrast in. Ji ber baweriya bi Rêberê me ve, em heta dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê."

Dayika gerîlayê HPG'ê Abdûrrahman Erkan Sûltan Erkan jî got, "Kurê min şehîdê gelê Kurd e, zarokê vî gelî ye, bila êdî xwîn nerije."  Sûltan Erkan destnîşan kir ku, yên naxwazin xwîn birijin divê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye û ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde banga hestiyariyê li herkesî kir. 

Bîranîn bi xwarina mewlûdê bi dawî bû.