Gerîla Sosin bi dirûşman hat veşartin

Gerîla Sosin bi dirûşman hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya PKK'ê Şukran Ozer, ku di sala 1997'an de li navçeya Mêrdîn Kerboranê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Amedê ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin.

Cenazeyê gerîla Şukran Ozer (Sosin) ku di xebatên kolandina gora komî ya li Kerborana Mêrdînê de derket holê, piştî testa DNA'yê diyar bû, ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat girtin û bi karwaneke ji sedan wesaîtî birin Goristana Yenîkoy a Amedê. Di merasîma cenaze de alên PKK'ê û wêneyên Ozer hatin hildan û tevî rêveberên BDP'ê û rêxistinên civakî yên sivîl, bi sedan kes amade bûn.

Di merasîmê de zarokan sirûka "Lêxin gerîla lêxin" û "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Ozer bi qurnefîl û alên PKK'ê hat xemilandin.

Darbesta cenazeyê Ozer ji aliyê jinan ve hat hilgirtin, lê meşa merasîma cenaze li astengiya polêsan rast hat. Li ser vê yekê tengezarî rû da û piştî demekê cenaze birin cihê lê were veşartin. Piştî veşartina cenaze deqeyek rêz hat girtin û gora Ozer bi qurnefîl û rengên kesk sor û zer hat xemilandin.

Li ser navê malbatê xuşka Ozer Zeynep Ozer axivî û got, "Hêvîdarim wê aştiyeke bi rûmet bê, da ku kes êdî nemire."

Piştî axaftinan girseya gel çû serdana mala sersaxiyê ya li Kirkpinarê.