Gêrîla Herekol ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Gêrîla Herekol ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Halef Kuday (Herekol Cûdî) ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Bavê gêrîla Kuday Nadîr Kuday di merasima cenaze de axivî û wiha got: "Em dê di riya zarokên xwe de têkoşîna xwe bidomînin. Kurekî min çû bi hezaran kurên min hene. Azadiya gelê Kurd nêz e."

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Halef Kuday (Herekol Cûdî) ê ku di 7'ê kanûna 2011'an de di operasyona li Çiyayê Cûdî ji bo dîl nekeve dest xwe di zinar de avêt û jiyana xwe ji dest dabû, 2 roj berê cenazeyê wî li nêzî gundê Cîfane yê li quntarê Çiyayê Cûdî ji aliyê madenvanan ve hatibû dîtin û ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Malbatê piştî karên otopsiyê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirt û anî navçeya Silopiyê ya Şirnexê. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Şirnexê Bakî Katar û Hame Aktî, endamên Meclîsa BDP'ê Abit Durak, Rabîa Takas û Niyazî Çevrîm, şaredarên herêmê, rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî merasima cenaze bûn. Cenazeyê li navenda Silopiyê bi sloganên "Şehîd namirin", "Ocalan", "PKK gele gel li vire" û "Tolhildan" hate pêşwazîkirin û cenaze birin Mizgefta Kevserê.

Piştî wecîbeyên olî darbesta gêrîlayê HPG'ê Kuday bi alên PKK'ê hate pêçandin û hevalên wî yên dibistanê darbesta wî hilgirtin. Girseya li ber mizgeftê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û ber bi Goristana Şehîtlikê ya Başakê ve dest bi meşê kirin. Di dema meşê de welatiyan di paçeyên malên xwe de bi sloganan piştgirî dan meşê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gêrîlayê HPG'ê Kuday, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Ciwan cangoriyên Apo ne", "Ocalan", "Tolhildan, "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin qîr kirin. Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî dem dem meş asteng kir.

Piştî rêzgirtinê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Kuday li cem gêrîlayên din hate definkirin. Li ser navê MEYA-DER'ê Kadîr Kunur axivî û wiha got: "Divê şehîdên me yên îro bi saya wan em hatin vê astê tu kes ji bîr neke. Gelê Kurd ji şahadetan dûr nîne. Pêvajoya çareseriya demokratîk bi saya Birêz Abdullah Ocalan û şehîdan pêk hat. Ji bo em jî hêjayî wan bin dê her tim têkoşîna xwe bilind bikin. Heta Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Hame Aktî jî diyar kir ku, siyasetmedarên Kurd di pêvajoya çareseriyê de berpirsiyara xwe dizanin û wiha got: "Ji bo pêvajo bi awayekî erenî derbas bibe divê hikûmet gavan bavê."

Bavê gêrîlayê HPG'ê Kuday Nadîr Kuday jî wiha got: "Serê hemû gelê Kurd sax be. Kurê min tenê şehîdê hemû gelê Kurd e. Ez silavên xwe li hevalên kurê xwe yên salekin xwedî li wî derketî dikim. Em dê di riya zarokên xwe de têkoşîna xwe bidomînin. Kurekî min çû hezaran kurên min hene. Azadiya gelê Kurd nêze."

Piştî axaftinan girseyê heta taxa Dîcle meş li dar xist û hatin ber konê şînê. Sibê piştî nimêja înê dê bi girseyî kon bê ziyaretkirin û mewlîd bê xwendin.