Gelo walitiya Wanê pêşnumeyên Meclîsa Giştî ya Bajêr naxwîne?

Gelo walitiya Wanê pêşnumeyên Meclîsa Giştî ya Bajêr naxwîne?

Walitiya Wanê piştî biryara meha Nîsanê ya asfaltkirina rêya Gundê Bezîrhan û Temrenlî ya di meha Nîsanê de hatibû girtin red kir û şûnde heman biryar di meha Gulanê de bê ku tu guhertinan têde bike ku pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Bajêr kir hat nîqaşkirin. Serokê Meclîsê Oner Yîgît di vê der barê de got,"Ev nakokiyeke mezin e. Di rastiyê de pêwîst e di aliyê etîk de em red bikin; lê bele ji bo xizmeta gel e em erê dikin. Ev dide nîşandan ku pêşnumeyên em ji walitiyê re rê dikin nayên xwendin.”

Meclîsa Giştî ya Bajêr civînaya xwe ya meha Hezîranê di serokatiya Serokê Meclîsê Oner Yîgît de berdewam kir. Di civînâ ku 7 xal hatin nîqaşkirin de rapora “biryarên meclîsê yên hatine îadekirin” ji aliyê Komîsyona Şopandina Biryar û Pêşnumeyên Meclîsê ve  hat nîqaşkirin.

Der barê mijara walitiyê de Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP’yî Öner Yîgît got, "Em biryaran digirin, walîtî red dike û paşê bê ku dest bide raporê careke din ji me re dişîne. Di rastiyê de pêwîst e di aliyê etîk de em red bikin; lê belê ji bo gel mexdûr nebe em dîsa biryarê digirin. Binêrin tevayî pêşnumeyên ku ji bo navçeya Gewaşê hatin pêşkêşkirin ji aliyê walîtiyê ve hatin redkirin. Em organeke biryarê ne. Tû dibêjî qey walitiyê li hember Gewaş bûye xwedî helwest. Di ku derê biryaran de şaşî hebe em nîqaş bikin. Li vir mexdûriyeta gel mijara gotinê ye.”

"LI HEMBERΠ GEWAŞÊ AMBARGO PÊK TÎNIN"

Piştî Yîgît Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP’yî Koçer Îmren ku mafê axaftinê wergirt destnîşan kir ku di nav Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr de ji Gewaşê kes nîn e û got, "6 pêşnumeyên der barê Gewaşê de ku me îsal pêşkêşkirin ji aliyê walîtiyê ve hatin redkirin. Ez bawer im ji ber hilbijartin nêz dibin naxwazin em xizmetê bibin Gewaş. Tu dibêjî qey li hemberî Gewaşê ambargo pêk tînin.”