Gelo çeteyên şûnde reviyan xwe li gundên hatine valakirin vedişêrin?
Gelo çeteyên şûnde reviyan xwe li gundên hatine valakirin vedişêrin?
Gelo çeteyên şûnde reviyan xwe li gundên hatine valakirin vedişêrin?
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku bi wesayîtên bombebarkirî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re hewl dan êrîşî Kobanê bikin, ji aliyê YPG’ê ve hatin paşdexistin. Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên şûnde reviyan xwe li gundên li ser sînor ên di bin kontrola leşkerên Tirk de ne û beriya niha ji aliyê leşkeran hatine valakirin, xwe vedişêrin.
Piştî ku wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê ji nava sînorê Tirkiyeyê hewl dan di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re êrîşî Kobanê bikin, ji aliyê YPG’ê ve şûnde hatin vegerandin, hate dîtin ku çeteyên birîndar ên li ser xeta sînor ji ber YPG’ê reviyan leşkerên Tirk ew birine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, piştî ku çeteyan êrîş kirin û vekişiyan, li gundên Serxet û Etmanekê çeteyên birîndar hebûn.
PIRANIYA WAN BIRÎNDAR IN
Li gorî agahiyên şahidan dane, leşkerên Tirk nêzî 20 çeteyên birîndar ên li gundê Serxetê birine û piraniya wan birîndar bûn. Gundiyan da zanîn ku li mizgefta gundê Etmanekê jî çeteyên birîndar hene û piştî ku tarî bû wê, leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî ji gundan derxin.
GELO GUND JI BO EWLEKARIYA ÇETEYAN HATIN VALAKIRIN?
Beriya niha gundên Etmanek û Serxet ên Pirsûsê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin valakirin. Leşker destûr nadin ku ti kesên sivîl bikevin gundan. Ev astengiya ji aliyê leşkeran ve rastî nerazîbûnan tê. Piştî vê êrîşa çeteyan pirsa “Gelo ev gund ji bo ewlehiya çeteyên DAIŞ’ê hatine valakirin?” tîne bîra mirovan.