Li Yewnanîstanê, beriya muzakereyên îro yên bi wezîrên maliye yên Herêma Euro re, gelê Yewnan destekek mezin da Syrîza. Bi deh hezaran kes li paytext Atîna û Selanîkê daketin kolanan û ji Syrîza xwest, di civîna Eurogroupe de tawîzê nede.
Li gorî agahiyên ku rayedarên polîsan dan AFP'ê li paytext Atînayê herî kêm 15 hezar kes hatin cem hev, li Selanîkê jî zêdeyî 5 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûn.
Li Atîna û Selanîkê di Çarşema bihurî de bi deh hezaran kes daketibûn kolanan û desteka xwe ya ji bo Serokwezîr Aleksîs Tsîpras û Syrîza nîşan dabûn.
Di civîna bilind a wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro de, ku wê îro li Brukselê ji nû ve destpê bike, wê mijara lihevkirina li ser deynên Yewnanîstanê muzakere were kirin. Syrîza pêşniyar dike ku peymanên kredî yên beriya niha di navbera hikûmetan û saziyên fînansê yên navneteweyî de hatin îmzekirin, bi peymaneke nû werin sererastkirin. Syrîza her wiha alîgire ku piştî peymaneke gengaz bi Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) re bernameyeke reformê amade bikin.