Gelê Qendîlê: Em şer naxwazin

Gelê Qendîlê: Em şer naxwazin

Li Şaredariya Binarê Qendîlê gelê herêmê civînek bi înîsiyatîfa xwe li dar xist. Civîn ji aliyê mamosteyên dînî û rûspiyên herêmê ve bi rê ve çû.

Li Şaredariya Binarê Qendîlê civînek bi înîsiyatîfa gel hat lidarxistin û gelek niştecihên herêmê, mamosteyên dînî, rûspî,  nûnerên 29 gundên Qendîlê û endamên Meclîsa Şaredariya Binarê Qendîlê beşdarî  civînê bûn.  Di civînê de bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya herêmê hate rawestîn, bi taybet pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, her wiha vekişîna gerîlayan hat destgirtin. Mijara sereke ya civînê nerazîbûna niştecihên binarê Qendîlê ya li hember amadekariyên şer a Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorên Qendîlê bû.

Li ser navê dîwanê Aladdîn Mele Silêman  wiha got; “Ev demek dirêj e ev herêm bi şer re rû bi rû dimîne. Lê bi peyama Rêber APO re ya di Newrozê de hatiye dayîn, her wiha vekişîna gerîlayan, bûye sedem ku di herêmê de aramî pêk were. Lê belê li gorî agahiyên ku tên Komara Îranê careke din amadekariyên xwe dike ji bo êrîş bibe ser Qendîlê. Ger careke din di vê herêmê de şer destpê bike, ev tê wateya ku wê careke din gelê Kurd koçber bibe. Ji ber vê em dixwazin careke din li vê herêmê şer pêk neyê û weke salên derbasbûyî PAJK, PKK û Komara Îranê bi hev re şer nekin. Di cihê zimanê şer de divê zimanê nîqaş û giftûgo têkeve dewreyê. Ji ber êdî gelê herêmê ji şer bêzar bûye û ev nêzî 22 sal e ku di herêmê de şer bênavber berdewam dike, her wiha me berdêlên gelek mezin dan.”

Di civînê de gelek nûner û niştecihên gundên Qendîlê jî di vê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û di encama nîqaşan de wiha  hat gotin; “Em ji hemû aliyên pêwendîdar dixwazin ku careke din di herêmê de şer neyê destpê kirin. Her wiha divê di vê mijarê de hikûmeta herêmê jî xwe berpirsyar bibînin ji ber ev pirsgirêke ne tenê ya PAJK, HRK, PKK û HPG’ê ye, di heman demê de rayedarên Başûr jî di ber vê yekê de berpirsyar in. Ji ber li gorî Peymana Cezayir ev xak ji Komara Îranê re hatiye dayîn. Lê em weke gelê Kurd sînorên welatê xwe baş nas dikin û em baş dizanin ku Qendîl axa Kurdistanê ye. Ji lewma jî em weke gelê Qendîlê qebûl nakin ku ev warê me careke din were wêrankirin. Û em dixwazin ku hemû alî rûnin û vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin, ji ber di vê şerî de berjewendiya tu kesî nîn e. ”

Di civînê de hemû kesên ku beşdar bi yekdengî û bi hildana destên xwe gotin em şer naxwazin, em ji şer nefret dikin û bila dawî li şer were.

Di encama civînê de daxwaznameyek ji her du aliyan re hate nivîsandin û di vê daxwaznameyê de jî wiha hate gotin; “Ji bo birêz Rêveberiya Koma Civakên Kurdistan KCK û Komara Îslamî ya Îranê re

Silav û rêzên gelê binarê Qendîlê ji we re heye, em weke niştecihên gundên binarê Qendîl, daxwaz dikin ku hûn ji gundê Sunê heya Hecî Umran parastina jiyana niştecihên vê herêmê bikin û hûn di herêmê de aştiyê pêk bînin. Di sînor û herêmê de ne bi zimanê şer, nexweşî û wêrankirinê, lê hûn zimanê giftûgo, bi hev re jiyan û fêmkirinê bi kar bînin. Ji ber em hemû bi hev re nefret ji şer û nerehetiyê dikin. Şad û bextewer bin.”

Li ser vê bingehê hemû nûnerên niştecihên binarê Qendîlê îmzeyên xwe avêtin bin vê daxwaznameyê.