Gelê Geverê li Girê Rehmo ye

Gelê Geverê li Girê Rehmo ye

Li Geverê ku bi hezaran kes ber bi Girê Rehmo ve ketibûn rê tevî êrîşa bombeyên gazê û bendên leşkerî jî  gihiştin gir. Girseyê alên PKK li gir bilind kirin û nobetê digirin.

Bi organîzasyona rêxistinên bajar û navçeyan ên BDP’ê bi hezaran Kurdistanî ji bo yekîneyên leşkerî yên li Girê Rehmo yê herêma Dostkî ya bi ser Geverê ve meşek li dar xistin. Danê nîvro bi hezaran kesên li ber Parka Çandê ya Avaşîn kom bûn bi konvoyeke bi sed maşîneyan ber bi girê Rehmo ve ketin rê.

Tevî ku tîmên taybet û polîsan li derdora Girê Rehmo bend jî danîbûn girse ber bi gir ve meşiya. Bi hezaran kesên ku di destê wan de alên PKK’ê xwestin bend bên rakirin. Piştî demekê hejmara girseyê bû 5 hezar.  Dema rakirina bendê ji aliyê leşkeran ve hat redkirin girseyê sirûda Çerxa Şoreşê xwend û dirûşmaya “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Piştî israra gel leşker neçar man bendan rakin. Tevî êrîşa bi bombeyên gazê jî girse gihişt gir. Di êrîşê de di nav de leşker jî gelek kes birîndar bûn. Piştî hevdîtanan destûr hat dayîn girse biçe ser gir.

Li girê Rehmo ku ev tişt hebûn di heman saetan de di navbera ciwanên Geverê û polîsan de pevçûn derket. Bi taybet li navenda sûkê, li Taxa Esentepe û li ser rêya Şemzînan pevçûn berdewam dikin.