Gelê Colemêrgê ji bo Rojhat meşiya
Gelê Colemêrgê ji bo Rojhat meşiya
Gelê Colemêrgê ji bo Rojhat meşiya
Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê ji bo Rojhat Ozdel ê ku li navçeya Geverê ji aliyê polîsan ve du roj berê hate înfazkirin meş li dar xist û bûyer şermezar kir.
Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Rojhat Ozdel meşek girseyî li dar xist. Girseya di nav de Parlementerê HDP'ê Adil Zozanî, hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî, rêveberên DBP û HDP'ê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Colemêrgê hatin cem hev û ber bi avahiya Şaredariya Colemêrgê ve dest bi meşê kir. Di meşê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê dirûşme hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Temel daxuyanî xwend û diyar kir ku di bin navê "nîzama cemawariyê" kesên sivîl tên qetilkirin. Temel anî ziman ku li navçeya Geverê gel ji bo Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu yên par hatin qetilkirin bibîrbînin û bûyerê şermezar bikin hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hat û polîsan ciwanê 18 salî Rojhat Ozdel qetil kirin.
Temel da zanîn ku piştî bûyerê Waliyê Colemêrgê şûna berpirsiyaran tesbît bike bi psîkolojiya sûcdariyê û ket endîşeyê û xwest bûyerê veşêre û wiha got: "Gotin gule avêtine polîsan û xwestin bûyerê ber bi aliyekî din ve bibin. Li Geverê demek dirêje polîs gel provoke dike û dixwaze pevçûnan derbixe. Esnaf, parêzer, karker û ciwan her tim rastî zextên tîmên taybet û polîsan re rû bi rû dimînin. Li navçeyê polîs terorê pêk tînin û ev yek encama polîtîkayên hikûmetê ne."
Piştî daxuyaniyê ciwanan bertek nîşanî wesayîtên zirxî yên li ser Kolana Cumhuriyetê disekinin dan. Piştî polîsan êrîş li ciwanan kir pevçûnan dest pê kir. Di dema bûyeran de nûçegihana me ya stajyer Berîtan Yildiztan hate binçavkirin û nûçegihanê DHA'yê Behçet Dalmaz jî bi kevirê ji serê wî ket birîndar bû.
Bûyerê li taxan berdewam dikin.