Gelê Amedê AKP hişyar kir: Bi agir nelîzin
Gelê Amedê AKP hişyar kir: Bi agir nelîzin
Gelê Amedê AKP hişyar kir: Bi agir nelîzin
Li Amedê piştî çalakiyên ji bo Kobanê li hemberî operasyonên binçavkirin û girtinan bi hezaran kes meşiyan. Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek piştî meşê axivî û ji hikûmeta AKP'ê re hişyariya "Bi agir nelîzin" kir.
Rêxistina DBP'ê ya Amedê bi armanca şermezarkirina operasyonên dawî yên binçavkirn û girtinan li Parqa Koşuyoluyê heta Qada Îstasyonê meşek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevserokên DBP'ê yên Amedê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, rêveberên Diyar TUHAD-DER, TUHAD-FED'ê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Girseya li Parqa Koşuyolu hatiye cem hev bi çepik û tîlîliyan dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên "Em bi rihê serhildanê berxwedanê bilind bikin û dawî li operasyonên qirkirinê binin" û "Hinî bêdeng bimînin di girtîgehan de zarok mezin dibin" vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de wêneyên kesên hatin girtin jî hatin hilgirtin.
DI DEMA MEŞÊ DE HINEK POLÎSAN ALÊN DI DESTÊ CIWANAN DE DESTESER KIRIN
Di meşê de dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG" hatin berzkirin. Piştî meşa li Qada Îstasyonê bi dawî bû Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek daxuyanî xwend û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê û jinê ev 3 mehin êrîşî şoreşa Rojava dike. Şîmşek anî ziman ku şervanên YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke bêhempa li enmberî van êrîşan têkodişin. Şîmşek da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê sînorê Tirkiyeyê bikartînin û êrîşan li Kurdan dike. Şîmşek bilêv kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên qirêj ên li hemberî Kurdan deşîfre bûn û ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj veşêre bi hovîtî êrîş li çalakiyên gel ên demokratîk kirin û gelek kes qetil kirin.
'EV GIRTIN RUHÊ ME YÊ BERXWEDANÊ XURTIR DIKE'
Di berdewama axaftina xwe de Şîmşek diyar kir ku di çalakiyên 6-8'ê cotmehê de hikûmeta AKP'ê gelek rêhevalên wan ê partiyê bi awayeke kêfî binçav kiriye û der barê girtin û binçavkirinan de hikûmeta AKP'ê bi gotinên "Pêla binçavkirinê li hemû bajarên herêmê berdewam dike. Operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk di vê pêvajoyê de careke din ji ber ku riyên demokratîk bigire bi hezaran binçavkirin pêk anî û bi sedan ciwan jî hatin girtin. Em carake din bidêjin ku bi girtin û binçavkirinan hikûmeta AKP'ê nikare pêşiya têkoşîna me bibe asteng. Berovajî vê yekê ruhê me yê berxwedanê xurtir dike. Em hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Ev pêkanîn û pêkûtî ne rast in. Ev pêkanîn dibe ku encamên cuda derxînin. heke dixwazin ruhê me yê berxwedêriyê biceribînin pêwîsti bi dubarekirinê nîn e bila li dîrokêi binêrin bes e. Orepasyon tu caran me bêzar nakin" hişyar kir.
'TIŞTÊN EWIL TÊN BÎRA AKP'Ê PÊKÛTÎ, ZILM Û ÎŞKENCE YE'
Piştre Hevserokê TUHAD-DER'ê Derya Us axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ku di kuştinên li dijî zarokan de xwedî sîcîlekî tarî ye di dijminatiya Kurdan de israr dike.
Us bilêv kir ku dema ku nirxên demokratîk ên Kurdan û nirxên Kurdan mijara gotinê be tiştên ku ewil tên bîra hikûmeta AKP'ê pêkûtî, zilm, îşkence û girtin e. Us destnîşan kir ku ji ber ku wekî demên borî bi komî Kurdan qetil bikin niha bi girtinên komî pêk tîni, bi girtinan Kurdan tijî zindanan dikin û qirkirina siyasî pêk tînin.
Us jî di berdewama axaftina xwe de hikûmeta AKP'ê hişyar kir.
Çalakiya şermezarkirinê bi xwendina navên hin zarokên ku di demên dawî de hatin girtin, çepik, tîlîlî û dirûşman bi dawî bû.
LI FARQÎNÊ JÎ NERAZÎBÛN
Operasyonên binçavkirin û girtinan li navçeya Farqînê ya Amedê jî hate şermezarkirin. Welatî bi pêşengiya DBP'ê li ber Qeymeqamiya Farqînê kom bûn û li vir bi daxuyaniyekî xwestin ku operasyonên binçavkirin û girtinan bi dawî bibin.


