Gel, tetbîqeta leşkerî rawestand

Gel, tetbîqeta leşkerî rawestand

Tetbîqata leşkerî ya li bejahiya Çiyayê Herekolê hatibû destpêkirin, piştî ku gel daket qadê bi dawî bû. 

Hat hînbûn ku tetbîqata ku duh li duh qontara çiyayê Herekolê ya li cem Gundê Rûbarê ya navçeya Berwariya Sêrtê hatibû destpêkirin û diviyabû sibê jî dewam bikira, vê sibê bi dawî bûye. 

Endamê Meclîsa BDP'ê Saadet Becerîkli, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û endamên BDP'ê, dîsa nûnerên TUHAD-DER, MEYADER, MKM û Dayîkên Aştiyê ku serê sibê ji bo tetbîqatê rawestînin ber bi qadê ve bi rêketibûn gihiştin qadê. 

Piştî ku girse gihişt qadê tetbîqat bi dawî bû. Hate diyarkirin ku welatiyên ku li qadêne dê heta serê sibê li vir nobetê bigirin.