Gel nuqteyên kontrolê yên leşkerî şewitand
Gel nuqteyên kontrolê yên leşkerî şewitand
Gel nuqteyên kontrolê yên leşkerî şewitand
Şemzînaniyên çêkirina qereqolan şermezar dikirin, nuqteyên kontrolê yên leşkerî dan ber agir. Gel dibêje, heta çêkirina qereqolan raweste ewê çalakiyên xwe dewam bikin.
Gundiyên Şemzînanê, li dijî çar qereqolên Nevberaojan, Şapatan, Garê û Rûbarokê, çalakiyan lidar dixin. Ciwanên ku li ser pira Heranê çalakî lidar xistin, nuqteya kontrolê ya leşkerî li vê derê dan ber agir û li nuqteyên kontrolê nobedê digirin. Gundiyên li Deman ê navbera Mavan û Çiyayê Şehîdan dijîn jî, dan xuyakirin ku heta kontrolên leşkerî rawestin ewê çalakiyên xwe lidar bixin. Çalakiyên li herêmê ji aliyê BDP û rêxistinên civakî yên sivîl ve tên şopandin.