Gel ber bi Çiyayê Herekolê yê tetbîqata leşkerî tê kirin, bi rê ket

Gel ber bi Çiyayê Herekolê yê tetbîqata leşkerî tê kirin, bi rê ket

Bi sedan Sêrtî, ji bo tetbîqata leşkerî ya li quntarên Çiyayê Herekolê tê kirin rawestînin, ketin ser rê.

Tetbîata leşkerî duh li qada Mexês a gundê Rûbar ê li quntarê Çiyayê Herekolê destpê kir û wê sê rojan dewam bike. Ji bo rawestina tetbîqatê, gel ber bi herêmê ve bi rê ket.

Di nava bi sedan kesên çûn cihê tetbîqatê de, Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Saadet Becerîklî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, rêveberên BDP'ê yên bajar, navçe û bajarokan, endamên TUHAD-DER, MEYADER, NÇM û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê cih girtin.

Bi sedan kes, ber destê sibê bi rê ketin û hewldanên xwe yên ji bo xwe gihandina cihê tetbîqata leşkerî û rawestandina tetbîqatê, dewam dikin.