Gava destpêkê ya meşa dîrokî
Gava destpêkê ya meşa dîrokî
Gava destpêkê ya meşa dîrokî
Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhan li ser pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, diaxive. Ji bo destpêkirina vê pêvajoyê, di navbera dewlet û Rêberê Gelê Kurd de gelek hevdîtin hatin kirin. Dûre heyetên BDP’ê di navbera Îmrali û Qendîlê de çûn û hatin.. Di Newroza sala 2013’an deli dû deklerasyona dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Nîsanê de KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên gerîla wê ji Bakurê Kurdistanê vekişe. Û di 14’ê Gulanê de koma yekemîn a gerîla derbasî nava sînorên Başûrê Kurdistanê bû.
Koma yekemîn a gerîla ji eyaleta Wanê ya Bakurê Kurdistanê vekişiya. Meşa gerîla ya bi şev vekişiya, 7 rojan dewam kir. Bi bihîstina vekişîna koma gerîla re, ji çapemeniya cîhanê REUTERS, AFP, EL CEZÎRE û dîsa rojnamevanên navdar Hasan Cemal, Ertûgrûl Mavîoglû çûn Herêmên Parastinê yên Medyayê. Rojnamevanên rojek berî vê hatibûn, li kampa gerîlayan ji bo wan amade kiribûn bicih bûn.
Di 14’ê Gulanê de, rojnamevan di saet 4’an de bi wesaîtên gerîla çûn qada koma yekemîn werê. Ji ber rewşa hewayê ya bi baran, rojnamevanan fikar dikirin ku koma gerîla dibe ku nikaribin di dema xwe de werin.
Di nava rawestrîna bi meraq a rojnamevanan de, koma gerîla ya ji eyaleta Wanê vekişiya saet di 06.30 de gihaşt qada gerîla. Koma gerîla ji aliyê komeke din a gerîla ve bi merasîmeke leşkerî hat pêşwazîkirin û li girên derdora qadê yekîneyên gerîla tedbîrên ewlekariyê stendin. Fermandarê koma ji Bakurê Kurdistanê hat Cegerxwîn Firat li vê derê daxuyaniyek kin da rojnamevanan. Firat diyar kir, ku vekişîn li ser fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye û da xuyakirin ku, ji bo tevlî pêngava pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk bibin vekişiyan û wê wezîfeyên xwe ji niha û pê ve jî bi heman disîplînê bicih bînin. Firat ragihand ku ew 7 rojan bi şev dimeşiyan û got, “Di tevahiya meşa me de balafirên keşfê yên Tirk li ser me digeriyan, tevgera leşkerî qet ranewestiya û li hin deveran jî em rastî cerdevanan hatin.” Ji ber ev meşa dirêj di bin baranê û şertên giran de pêk hat, koma gerîla westiyayî xuya dikir. Cegerxwîn Firat diyar kir ku, li hin cihan ji ber baranê lehî rabû, ava çeman bilind bûn û li hin deveran berf hebû û tevî van şertên zehmet jî ji bo berpirsyariya xwe ya li pêşberî pêvajoyê bi cih bînin, wan dest bi meşê kirine.
Fermandara gerîlayên Jin Savuşka Sêrt jî da xuyakirin ku li ser ferman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan dest bi meşa çareseriya demkoratîk kirine û got, „Ya rast me di sala 2013’an de xwe ji bo şerekî giran amade dikir. Lê ferman gihaşt me ku Rêberê me dixwaze em vekişin Başûrê Kurdistanê.“ Sêrt diyar kir ku, ewê ji niha û pê ve li devera lê ne tevlî pêngava nû bibin.
Gerîlayên ji Bakurê Kurdistanê hatin, li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan Hasan cemal û Erdal Er, Mehdî Dogan û Salîh Firat ve hatin pêşwazîrkirin. Li gel barana dijwar a bi heftane li Kurdistanê dibare, Hasan Cemal çû pêşwazîkirina gerîla û di vê derbarê de got, “ez gelekî kêfxweş im ku ji vê dema dîrokî re şahidî dikim. Ji bo min gelekî xweş bû ku ez şevekê bi wan re meşiyam. Wan gotin ewê bi berpirsyariyeke mezin heta dawiyê tevlî vê pêvajoyê bibin. Ez bawerim wê ji niha û pê ve jî ev meş dewam bike. Min di nava PKK’ê de jî di nava gerîla de jî ev dît. Ji niha û pê ve dora gav avêtinê ya dewletê ye ji bo çareseriya pirsgirêkê.“
Rojnamevanên rojek berê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kamp çê kirin, pêwendiyeke mezin nîşanî gerîlayên komê dan. Pêşbaziya navbera rojnamevanan a ji bo hevpeyvînê bi gerîlayan re çê bike, bi saetan dewam kir. Li gel meşa dirêj û rewşa westiyayî, gerîlayan daxwaza rojnamevanan red nekirin û yek bi yek bersiv da hemû pirsên wan. Gotina hevpar a tevahiya komê ew bû ku, vekişîn bi fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û têkoşîna wan wê ji niha û pê ve bi heman biryardariyê dewam bike.
Demeke kin li dû koma yekemîn, koma duyemîn a gerîla jî ji eyaleta Botanê xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê. Peyamên herdu koman ên li ser armanca vekişînê, bi heman rengî bûn. Her gerîlayê hat got, em li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo tevlêbûna pêvajoya çareseriya demokratîk hatine, ji niha û pê ve jî emê berpirsyariya xwe bicih bînin.
Koma duyemîn jî bi merasîmeke leşkerî hat pêşwazîkirin. Rojnamevanan jî bi heman rengî cihê xwe girtibûn. Cûdabûna ji koma yekemîn, bi tenê şert û mercên hewayê bû. Berovacî roja yekemîn, hewa gelekî xwe û bi tav bû.
Koma ji qada Elkê ya eyaleta Botanê hat, 5 jê jin ji 15 gerîlayan pêk dihat. Fermandarên komê Seyda Gebar û Sosin Alan daxuyaniyek dan rojnamevanên li benda wan bûn. Fermandarên gerîla diyar kirin, ku ew 9 rojan meşiyan, di rê de rastî cerdevanan hatine û li ser wan jî balafirên keşfê her firiyane. Fermandarên gerîla destnîşan kirin ku, ew di vê pêvajoyê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevgera xwe û gelê xwe bi bawer in, lewma dest bi vê meşê kirine.
14’ê Gulanê êdî rojeke dîrokî ye. Koma yekemîn a gerîla di pêvajoyeke ku xwe ji bo şerekî giran amade dikir de ji bo tevlî pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bibe, vekişiya. Bicihanîna vekişînê di heman demê de biryardariya tevgera azadiyê ya gelê Kurd a ji vê pêvajoyê nîşan dide. Her weha, gavneavêtina dewleta Tirk a heta niha, di dema vekişîna gerîla de liv û tevgera leşkerî û kefşa balafirên bê mirov, divê neyên ji bîr kirin.