Gauck: Bikaranîna qurbaniyan sûcê qirkirinê yê Elmanyayê sivik nake
Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck, ji ber salvegera bombebarana Dresdenê ji aliyê balafirên hevalbend ve banga 'ji bîr nekirina berpirsyariyên dîrokî' li gelê Elman kir.
Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck, ji ber salvegera bombebarana Dresdenê ji aliyê balafirên hevalbend ve banga 'ji bîr nekirina berpirsyariyên dîrokî' li gelê Elman kir.
Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck, ji ber salvegera bombebarana Dresdenê ji aliyê balafirên hevalbend ve banga 'ji bîr nekirina berpirsyariyên dîrokî' li gelê Elman kir. Serokkomar Gaûck diyar kir, ku armanca bikaranîna qurbaniyên bombebaranê ji aliyê rastgirên tundraw ve, sivikkirina berpirsyariya Naziyan a di Duyemîn Şerê Cîhanê û qirkirina Yahûdiyan e.
Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck ji ber salvegera bombebarana bajarê Dresdenê di sala 1945'an de ji aliyê hêzên Hevalbend ve axivî û destnîşan kir ku ji ber bombebarana rê li ber mirina 25 hezar kesî vekir, divê qurbanî neyên bikaranîn. Gaûck li dêra Dresdenê ya bi navê Frauenkirche axivî û ragihand ku komkujiyên di dema şer de rû dan, berpirsyariya Elmanya ya di şer de kêm nake.
'EM DIZANIN BÊ KÊ EV ŞERÊ GIRAN DAYE DESTPÊKIRIN'
Gaûck ragihand ku Elmanya Nazî aliyê ku Duyemîn Şerê Cîhanê daye destpêkirin e û got, "Em dizanin bê kê ev şerê giran û tirsnak daye destpêkirin. Lewma, dema em li vê derê qurbaniyên şer ên Elman bibîr tînin, em ti carî naxwazin qurbaniyên şerê Elmanya meşandiye ji bîr bikin, em ê ti carî ji bîr nekin."
Joachîm Gaûck hemû qurbaniyên di bombebaranên mezin ên li Duyemîn Şerê Cîhanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û bombebaranên Nazî yên li hemberî bajarên Rotterdam, Lenîngrad û Coventry bibîr xist. Gaûck ji gelê Elman xwest, ku ji bo qurbaniyên şer ên di komkujiyên li welatên din de jiyana xwe ji dest dan, çanda bîranînê bi pêş bixîne.
BI QURBANIYÊN DRESDENÊ RE BERPIRSYARIYA ELMANYA YA DI ŞER DE DIDIN JIBÎRKIRIN!
Gaûck da zanîn ku kesên di bombebarana Dresdenê de jiyana xwe ji dest dan bi zanebûn ji aliyê Neo-Naziyan ve tên nepixandin û bi vî rengî hewl tê dayîn dîrokeke nû were avakirin. Gaûck diyar kir ku armanc ji vê, sivikkirina berpirsyariya Elmanya ya di şer de ye. Gaûc da xuyakirin, ku Dresden ji her deverê bêhtir tê bikarnaîn û got, "Welatekî ku sûcekî mezin ê weke qirkirinê (Yahûdî) kiriye, ne pêkane ku ji şerê bi xwe daye destpêkirin bêceza û bêyî zerarê bibîne, derkeve."
Di mehên dawî yên Duyemîn Şerê Cîhanê de, di demeke ku Elmanya li hemû eniyan hat qelskirin de, di 13'ê Sibata sala 1945'an de hêzên hewayî yên Amerîkî û Îngilîz bajarê Dresdenê bombebaran kiribûn û di encamê de bi qasî 25 hezar leşker û sivîlên Elman jiyana xwe ji dest dabûn. Neo-Nazî û hin organîzasyonên rastgir, her sal li bajarê Dresdenê bi beşdariya bi hezaran kesî li nava bajêr 'meşa bîranînê' lidar dixin.
Di meha Cotmehê de jî tevgera dijminê penaberan a bi navê Ewropiyên Welatparêz ên li dijî Îslamîkirina Rojava (Pegîda) li vî bajarî bûbû xwedî bandor.