Fransa ji bo Saman Nesîm bang li Îranê kir

Wezareta Karên Derve ya Fransa, ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê Îran plan dike îro darve bike, bang kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransa, ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê Îran plan dike îro darve bike, bang kir.

Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir li hember agahiyên dibe ku her kêlî girtiyê ciwan ê Kurd bê darvekirin bi guman in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Saman Nesîm li hember bûyerên ku avêtin ser milê wî zarokek bû. Hurmet ji dozeke adil û bêalî ya mafê wî bû nehat nîşanda. Fransa bang li rayedarên Îranê dike ku, Îran di serî de hurmetê nîşanî peymana têkildarî mafê zarokan a Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên siyasî û sivîl bide.”

Fransa da xuyakirin ku li ku derê û di bin kîjan şert û mercî de be bila bibe bi biryardarî li dijî  cezayê darvekirinê ye.

Rejîma Îranê biryar girtibû ku îro Saman Nesîm darve bike, li hember biryara darvekirinê di qada navneteweyî de nerazîbûneke mezin hat nîşandan. Têkildarî aqubeta Nesîm îro ti daxuyaniyek nehat dayîn. Rêxistinên mafên mirovan bi guman in ku Nesîm îro bi awayekî veşartî hatibe darvekirin.