Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Yek ji 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ku li paxteya Fransa Parîsê hatin kuştin Fîdan Dogan, li ser gora xwe hat bîranîn.
Malbat û hevalên Fîdan Dogan, li navçeya Mereş Nûrheqê, li ser gora wê ya li gundê Hançiplak, ew bibîr anîn. Ji rêveberên Partiya Komunîst a Fransayê Sylvie Jan û Michel Laurent, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Salih Baykal, rêveberên BDP yên Mereş, Pazarcix û Elbîstan û gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn. Merasîm bi meşekê destpê kir û beşdarê meşê dûre qurnefîl danîn ser gora Dogan.
Di merasîmê de bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan, helbesta ji bo keça xwe nivîsandibû xwend. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Salih Baykal li vê derê axivî û bibîr xist, ku li gel li ser komkujiyê demeke dirêj derbas bûye jî, hînê berpirsyar nehatine zelalkirin.
Baykal diyar kir, ku di vê komkujiyê de berpirsyariya hukûmeta Fransayê heye û heta komkujî bê ronîkirin, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li dû axaftinan, kom ji goristanê derket û dawî li çalakiya xwe ya bîranînê anî.