Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bîlançoya meha Mijdarê aşkera kir

Fermandariya HPG’ê ya Şengal, bîlançoya berxwedana Şengalê ya meha Mijdarê aşkera kir. Fermandariya HPG’ê ya Şengal di daxuyaniya xwe de got, “Bi çalakiya Cudalê-Şîlo darbeyên giran li çeteyan hatine xistin, gelek hewldanên êrîşan bi taktîkên çalakiyên di kêliyê de vala hatine derxistin.”

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê, diyar kir ku di atmosfera şer a li Kurdistanê dijwar dibe, berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ bi awayekî herî bi heybet didome.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir ku ev berxwedana dîrokî li Şengal û Kerkûkê jî ji aliyê hêzên HPG/YJA Starê ve didome û got, “Têkoşîna me ya berxwedana Şengalê di meha Mijdarê de, li hember her cure êrîşan bi çalakiyên bihêz û bi bandor ên gerîlayan dewam kiriye. Di meha Mijdarê de di serî de li derdora Şîlo, Bare, Skineyê li derdora Çiyayê Şengalê jî şerên dijwar rû dane û berxwedaneke mezin hatiye pêşxistin.

Bi çalakiyên Cudalê-Şîlo çeteyên DAIŞ’ê darbeyên giran xwarine û gelek hewldanên êrîşan bi taktîkên çalakiyên di kêliyê de vala hatine derxistin. Di meha Mijdarê de bi şer û çalakiyên dijwar ên rû dan, hevalê me endamê Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Dilgeş Rojhilat (Îsmaîl Azadîxan) di serî de 5 gerîlayên me yên HPG’ê  û şervanekî YBŞ’ê yên têkoşerên berxwedanê bi qehremanî têkoşiyan û tevlî karwanê Şehîdên Kurdistanê bûn.”

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bîlançoya şer û çalakiyên dijwar ên meha Mijdarê wiha aşkera kir:

Çalakî û şerên rû dane: 10

Çeteyên di çalakî û şerên encamên wan diyar bûne de hatine kuştin: 41

Birîndarên hatine zelalkirin: 7

Wesayîtên hatine rûxandin: 13 wesayît

Weayîtên hatine derbkirin: 2 wesayît”

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê, tiştên di şer û çalakiyan de desteser kirine aşkera kir: Wesayîteke zirxî ya dipûşk, doçkayeke 12,5 û 4 qutî guleyên wê, 2 çekên BKC, 3050 gule, 4 zincîr û luleyeke yedek, 9 çekên keleşnîkof, 9 şarjorên wan, 270 gule û 11 rext, 2 çekên M-16, 20 şarjorên M-16, 600 guleyên M-16, çekek roketavêj û 5 roketên wê, çekek BKT, 12 şarjorên wê, demenceyek û şarjorê wê, 12 yelekên pola, 2 çekên BKC, çekek B-7, 4 roketên B-7 û Haşveya wê, 5 bombeyên destan, 7 cenazeyên çeteyan, 2 cîhazên biçûk, 3 dûrbîn.

Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, “Di nav her şert û mercî de hêzên me yên xwedî biryareke mezin in, di xeta fedayî ya Apoyî de meşa li Şengalê bi têkoşîneke mezin nîşan dane. Dilsozû û soza me ya bi şehîdan re wê xeta Şengala azad û ya serkeftinê be."