Fermandarekî Şems El-Şemal jiyana xwe ji dest da
Fermandarekî Şems El-Şemal jiyana xwe ji dest da
Fermandarekî Şems El-Şemal jiyana xwe ji dest da
Tabûrên Şems El-Şemal a Artêşa Azad ragihand ku fermandarekî wan ê bi navê Salih Ebû Firat di pevçûnên Deriyê Sînor ê Murşitpinarê de jiyana xwe ji dest daye.
Tabûrên Şems El-Şemal a girêdayî Tugaya Fecir El-Huriyê ya Artêşa Azad ku cihê xwe di Navenda Çalakiyan a Burkan El-Firat de digire bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarekî wan ê bi navê Salih Ebû Firat di pevçûnên 29’ê Mijdarê de li Deriyê Sînor ê Murşitpinarê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ebû Firat di pevçûnên Deriyê Sînor ê Murşitpinar ê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest daye.
Daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Tabûrên Şems El-Şemal Ebdo Ebdullah ve hate xwendin û têde wiha hate gotin: “Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di 29’ê Mijdarê de pêk hat, fermandarê me yê leşkerî Salih Ebû Firat piştî efsaneyeke dîrokî di berxwedana ji bo Sûriyeke azad û demokratîk de nivîsand, şehîd ket.”
Şervanên tabûrên Şems El-Şemal soza şopandina rêya Ebû Firat dan û diyar kirin ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye, Salih Ebû Firat Ereb e û ji şêniyên bajarê Reqa ya Sûriyeyê ye.