Fermandarê FARC'ê Roman Rûîz jiyana xwe ji dest da

Li Kolombiyayê ku hînê ji muzakereyê encamek mayînde derneketiye, operasyonên li dijî gerîla zêde bûn. Ji fermandarên payebilind ên FARC'ê Roman Rûîz, di operasyonan de jiyana xwe ji dest da.

Li Kolombiyayê ku hînê ji muzakereyê encamek mayînde derneketiye, operasyonên li dijî gerîla zêde bûn. Ji fermandarên payebilind ên Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Roman Rûîz, di operasyonan de jiyana xwe ji dest da.

Di operasyonên artêşa Kolombiyayê de ji fermandarên payebilind ên FARC'ê Alfredo Alarcon Machado jiyana xwe ji dest da. Machado yê bi nasnav 'Roman Rûîz' tevî ku fermandarê bloka bakurrojava ya FARC'ê bû, di heman demê de endamê konseya leşkerî ya navendî bû.

Hat ragihandin ku fermandarê gerîla, di bombebarana herêma Choco ya li rojavayê welêt de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo girtina Roman Rûîz hikûmeta Kolombiyayê 500 hezar dolar xelat destnîşan kiribû. Tê gotin ku tevî fermandarê gerîla, 5 endamên FARC'ê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku ser Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos, tevî muzakereyên aştiyê jî destûra êrîşa li hemberî FARC'ê da, bi dehan gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa Choco ne di nav de, di hefteya dawî de 34 gerîla ji ber bombebarana artêşê jiyana xwe ji dest dan.

Di hefteya bihurî de li Caûca 26, li Antîoqûîa 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. FARC'ê di hefteya derbasbûyî de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew neçar mane dawî li agirbesta ev 6 mehin bi awayekî yekalî dimeşînin, bînin.

Îlan kiribû ku heta Serokdewlet Santos peymaneke aştiyê ya mayînde mor neke ew ê biryara agirbestê nedin û pêşî li pêvajoya meşandina muzakereyan paralelî pevçûnan, vekiribû.